'Çareseriya hemû pirsgirêkan bi gotinên ji Îmraliyê bên ve girêdayî ye'

  • 09:46 4 Çile 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ev zêdeyî 8 sal in tecrîd didome, xwişka Veysî Aktaş ê li Îmraliyê girtî Sabîha Aslan jî diyar kir ku pirsgirêkên li welat tên jiyîn li ser esasê tecrîdê ne û çareseriya van pirsgirêkan bi yek gotineke Îmraliyê ve girêdayî ye.
 
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin tu agahî nehat girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzerên Veysî Aktaş ê 34 meh in agahî jê nayê girtin an nayên bersivandin an jî ji ber hin sedeman serlêdan tên redkirin. Kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku li dijî tecrîda ku roj bi roj girantir dibe, bi pêşengiya girtiyan û gelê Kurd li Kurdistan, Tirkiye û bajarên Ewropayê çalakî û çalakiyên cuda tên lidarxistin. 
 
Xwişka Veysî Aktaş Sabîha Aslan têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Sabîha, anî ziman ku herî dawî di sala 2018’an de bi birayê xwe Veysî yê li Îmraliyê re hevdîtin pêk aniye û got: “Ez vê hevdîtinê wek hevdîtinê nahesîbînim. Mirov dikare di 45 deqîqeyan de çi bêje an çi îfade bike? Heta ku ji bo hevdîtîna birayê xwe Veysî digihijin Girava Îmraliyê şert û mercên gelekî xerab re derbas dibin. Em di rê de gelek lêgerînan re derbas dibin. Rêwîtiya me ya di behrê de rastî îşkenceyê tê. Bi awayekî, ew rêwitî ji bo me rastî îzolasyonek 3 saetan bû. Îmraliyê çol, nizim û şil bû. Ev der ne girtîgeheke normal e."
 
'Bersiva pirsên me nedidan'
 
Sabîha, da zanîn ku dema hevdîtinê xwe di bin zextê de hîs dike û wiha bi lêv kir: "Bi min re em 4 kes çûn Îmraliyê. Malbatên 4 kesan jî hatibûn. Hevdîtin bi 2 koman hat hat kirin. 4 odeyên cuda hebûn. Odeyên me yên hevdîtinê ji hev dû cuda bûn. Me qet hevdû nedît. Tenê carekî min dengê Serokatiyê bihist. Oda ku min bi Veysî re hevdîtin dikir biçûk bû. Di odeyê de maseyeke grover hebû. Veysî ji min re got 'Min bi Serokatiyê re li vir hevdîtin kir'. Min dema bi Veysî re hevdîtin dikir 2 kesên bi maskeyî hebû. Min daxwaza axaftina bi kurdî kir, lê ji min pirsî gelo tu tirkî nizanî? Min ji wan re got ez her tim bi Veysî re bi kurdî diaxifim, ji zarokatiya wî heta niha. Ji me re gotin 'Heke wisa be em ê cihaza guhdarkirinê daynîn'. Dema tiştek digotin, an jî min tiştek ji wan kesên bi maskeyî dipirsî rûyê min nedinêrin. Her wiha tu carî bersiva pirsên min jî ne didan."
 
'Wekî qenciyê dikin nêzî me dibin'
 
Sabîha, daxuyand ku Îmralî navenda tecrîdê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Tecrîd ne tenê astengkirin hevdît û agahî negirtin e. Li Îmraliyê ne hiqûq, ne edalet û ne jî heq heye. Belê em çûn û me tenê 45 deqîqeyan hevdîtîn kir. Wekî qencî li me dikin nêzî me dibin. Ev tişt mafê me ye. Dewlet li hemberî me bê hiqûqiyê dike. 6 mehan carekî cezayê dîsîplinê didin. Ev kesên li vir bê dîsîplîniya çi dikin? Kesên ku bêdîsîplînî dikin bi binpêkirina hiqûq û edaletê dikin. Divê ceza bidin wan. 24 sal in li Îmraliyê tecrîdek heye."
 
'Mafê malbatên girtiyan jî heye'
 
Sabîha, da zanîn ku di demên dawiyê li Herêma Marmarayê erdhej çêdibin û zanyar ji bo erdhejê hişyariyan dikin lê tu gav nayê avêtin. Sabîha, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê demildest kesên ku li Îmraliyê dimînin bên tehliyekirin. Mafê malbatên girtiyan jî heye. Em şev û roj girtiyên xwe meraq dikin. Zanyarên erdhejê xetereya heyî dizanin. Ez wan berbirs dibînim ji ber ku dema behsa erdhejê dikin nabêjin ku li Girava Îmraliyê mirov hene. Ligel hemû xetereyan jî em muxatabek nabînin. 
 
'Çareserî bi Îmraliyê re girêdayî ye'
 
Sabîha di axaftina xwe de wiha bal kişand ser daxwaza hevdîtinê: "Ji bo ez bi Veysî re hevdîtinê bikim di nava heftê de bi parêzeran re serlêdanê dikin. Lê tu bersivê nadin me. 6 mehan carekî bi hincetên cuda cezayê dîsîplînê li wan 4 girtiyan dibirin. Hema hema dê ji ber nefesê digirin dê ceza bê birîn. Tecrîda li Îmraliyê tu feydeyê nade Tirkiyeyê. Lê Tirkiye êdî tune dibe. Ev tişt jî ji ber meşandina tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Heke tecrîd bê bidawîkirin Tirkiye dê behnê bigire. Niha gelên ku li Tirkiyeyê dijîn di bin tecrîdê de ne. Li welat xizanî, birçîbûn, qeyrana aborî heye û gelek kes ji ber wan sedeman hewl didin ku dawî li jiyana xwe binînin. Li Tirkiyeyê derûniya welatiyan xirab bûye. Ev ji ber tecrîdê ye. Çareseriya hemû pirsgirêkan girêdayî gotina ku li Îmraliyê bê. 
 
Sabîha, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya Nobeda Edaletê û greva birçîbûnê ya girtiyan û got: "Ez wan çalakiyan silav dikim. Bi hewldana gelan ev tecrîd dê bê bidawîkirin. Divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih."