ROJEVA 04'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 4 Çile 2024
  • Rojev
 
* Jinên Bedlîsê, bertek nîşanî tecrîda girankirî dan û gotin ji bo rakirina tecrîdê pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye. Jinan, her wiha bang li hemû kesan kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nebînin. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta avhewayê Eva Schonveld di nav Delegasyona Jinan a Navneteweyî de cih digirt, diyar kir ku hevdîtina ku li Stenbol û Amedê hat kirin girîng bû, dê derbarê tecrîdê de xebatên xwe bidomînin û got: "Em ê ji parlamenterên Îskoç daxwaz bikin ku li hemberî Hikûmeta Tirkiyeyê xwedî bi helwest bin. Em ê daxwaz bikin ku bila zextê li Tirkiyeyê bikin. Em ê ji bo azadiya Birêz Ocalan daxwaznameyek bidin." BI DÎMEN 
 
*Dayika Sêvê Demîr, Sakine Demir di 8'emîn salvegera qetilkirina Sêvê de da zanîn Sêvê herî zêde ji bo jinên kurd xebitiye û wiha got:"Sêvê her tim digot 'jiyan serhildan e'. " DÎMEN HEYE
 
*Li Semsûrê ku ji ber erdhejê xisareke mezin pêk hat, hê jî pêdiviyên bingehîn nayên bicihanîn, jinan destnîşan kirin ku şaredarî di dema erdhejê de erkên xwe bi cih neaniye û divê rêveberiya nû ya ku dê di hilbijartinên herêmî de pêk were, zêdetir girîngiyê bide pirsgirêkên gel. BI DÎMEN
 
*Parêzer Cansel Talay ku nerazîbûn nîşanî redkirina daxwazên saziyên jinan ên ji bo tevlîbûna dozê ji aliyê dadgehan ve da  got, “Em dixwazin  ku em hem ji bo polîtîkayan biafirînin û hem ji bo pêşxistina hiqûqê bibin xwedî gotin. Ji bo vê jî pêwîste em biryarên dadgehan ji nêz ve bişopînin." DÎMEN HEYE
 
* Li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ev zêdeyî 8 sal in tecrîd didome, xwişka Veysî Aktaş ê li Îmraliyê girtî Sabîha Aslan jî diyar kir ku pirsgirêkên li welat tên jiyîn li ser esasê tecrîdê ne û çareseriya van pirsgirêkan bi yek gotineke Îmraliyê ve girêdayî ye. BI DÎMEN