Bûroya Hiqûqê ya Asrinê serdana Nobeda Edaletê kir

  • 18:34 3 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL - Endamên ANYAKAY-DER'ê û parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê serdana Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 21’emîn de berdewam kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hatin daliqandin.
 
Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” ve “Jin, jiyan, azadî”  hatin berzkirin. Gelek welatî hatin serdana çalakvanan.
 
Endamên ANYAKAY-DER'ê û parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî hatin serdana nobetê. Di dima serdanê de beşdaran gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî”,  “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Ji xizmên girtiyan a di Nobeta Edaletê de Zeynep Çalihan got ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û anî ziman ku bêdengiya li hemberî vê rewşê çareserî nîne. Zeynep, destnîşan kilr ku divê her kesên xwedî wijdan di vê mijarê de bi berpirsyartiya xwe rabe û wiha axivî: "Gelo heke zarokên me di zindanan de şehîd bibin em ê çi bikin? Banga min ji bo rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ew e ku dengê xwe derxînin. Xizmên ji bo rakirina tecrîdê dest bi grevê kirine. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Banga me li her kesî ew e ku tev li grevê bibin. Divê hemû xelkên cîhanê xwedî li greva birçîbûnê derkevin. Divê her kes li vê derê be. Divê biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re guftûgoyê bikin. Birêz Ocalan di vê mijarê de dibêje; 'Ez dikarim vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim.' Lê kesek xwe nade ber."
 
Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk,  axivî û bal kişand ser tecrîdê û bandora tecrîdê. Raziye diyar kir ku dayik bi çalakiyên xwe xwestin bal bikişinin ser tecrîdê ev tişt gelek girîng e.