Ji bo mamosteyên Wexfa Jin a Mexmûrê semîner hat dayîn

  • 16:44 3 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Atolyeya Şehîd Delîla a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji bo mamosteyên Wexfa Jin semînerek li ser kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn.
 
Li Atolyeya Şehîd Delîla a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo mamosteyên Wexfa Jin semînerek li ser kesayeta Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat dayîn.
 
Beriya ku semîner dest pê bike di kesayeta Şehîd Sakîne Cansiz de ji bo tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê mamosteya Wexfê Bihar Benek ve ji bo mamostayên Wexfê semîner hat dayîn.
 
Bihar di axaftina xwe ya semînerê de balkişand li ser wate û girîngiya hebûna  Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û wiha got: “Gelê Kurd Rêber Apo ji bo weke rêya çareseriyê, weke xeta xwe ya sor dibînin. Ji ber ku jin di nava çar dîwaran de, di nava tarîtiyekê de hatiye hiştin. Ji bo wê jî heyîn, fikir û felsefeya Rêbertî ji bo xwe weke ji nû ve ji dayikbûnê dibîne. Êdî ew perdeya ku li ser hatî nixûmandin, ji ser xwe avêtiye û bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêşxistiye ku êdî dikare bêje ez weke jin heme û ez ê bi heyîna xwe, nasnameya xwe bijîm. Ji bo wê jî weke îlhamek ya jiyanê ye hem fikir, felesefe, heyîn û gotinên wî, em weke jin ne tenê jinên Kurd, em mêze dikin li tevahî cîhanê belav bûye. Rêber Apo ne keseke, bûye fikrek û li tevahî cîhanê belav bûye. Êdî ne tenê wek gelê Kurd, êdî gelên biyanî yên li Kurdistanê û derveyî welat û li tevahî cîhanê êdî fikir û paradîgmaya Rêber Apo ji bo xwe bingeh digirin û li ser dimeşin.”
 
Bihar Benek balkişand ser pêngava ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û ji Kurdistanê re çareseriya siyasî’ ku li seranserê cîhanê hate destpêkirin û got; “Em meyze bikin pêngava ku îro ji bo Rêbertî hatî destpêkirin, gelên biyanî daye destpêkirin. Em dibînîn ku kengî dijmin xetimandinekê dibîne, êrişî Rêber Apo dikin. Dixwaze destê civakan û Rêber Apo ji hev qut bike. Em dibînin di hemû qanûnên dewletan de heye dema kesek 24-25 salan girtî bimîne ger mirov aliyê temen jî bigire ber çav, mafê wî yê berdanê heye lê qanûn tên binpêkirin.”
 
Semîner bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.