Li Berlînê çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê

  • 16:29 3 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo şermezarkirina komkujiyên Parîsê çelenga reş danîn ber sefaretxaneya bilind a Fransî.
 
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Dest Dan ve hat organîzekirin. Endamên Meclîsa Nav-Berlîn jî beşdarî çalakiyê bûn.
 
Dema ku mirov li bendê bûn kujerên sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan ku 9’ê Çileya 2013’yan li Parîsê hatin qetilkirin, bên eşkerekirin, 23’ê Kanûna 2023’yan Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî li Parîsê hatin qetilkirin.
 
Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku ji ber ku dewleta Fransa 11 salan ti daxuyanî nedan, komkujiya Parîsê ya 2’emîn jî qewimî.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta ku faîlên vê komkujiyê neyên eşkerekirin, wê têkoşîna edaletê bidome.
 
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeya “Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin. Çalakvanan çelenga reş danîn ber sefaretxaneya bilind û xwestin ku dosyayekê radestî rayedaran bikin.