Li Mêrsîn û Edenê Nobeda Edaletê 31 roj in didome

  • 15:40 3 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrsîn û Edenê 31 roj in di bin dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berdewam dike. Îro di nobedê de peyama dawîkirina tecrîdê hat dayîn. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edealetê kirin.  
 
Edene 
 
Nobeda Edaletê ya ji hêla Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve hatî destpêkirin di roja 31'emîn de didome. 
 
Çalakiya ku li avahiya AATUHAY-DER'ê berdewam dike gelek kes tên serdanê. Di çalakiya îro de çalakvan Haci Cîhangîr axivî û da zanîn ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tê meşandin. Hacî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Aştî bi Abdullah Ocalan pêkan e û em azadiya Ocalan daxwaz dikin. Her wiha em bang li her kesî dikin ku piştevaniya çalakiyê bikin." 
 
Mêrsîn 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin, çalakî 31 roj in didome. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Di Nobeda Edaletê de Hasan Ehîm axivî û bal kişand ser tecrîdê û got: "Bi mehan e agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tenê daxwazek me heye ev jî azadî ye. Divê tecrîd demildest bê bidawîkirin."