Li Stockholmê konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’

  • 13:02 3 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Swêd Stockholmê wê du rojan konferanseke girêdayî berxwedana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî û ber bi şoreşa jinan ve” bê lidarxistin.
 
Konferansa ku bi sernavê “Jin Jiyan Azadî û Ber bi Şoreşa Jinan ve” wê di 20 û 21’ê Çileyê de bê lidarxistin. Konferansa wê li "Utovagen 6, 132 30 Saltsjo-Boo’yê" pêk were û wê mijarên cuda werin nîqaşkirin. Konferans wê bi performansa  Estêre Mortezaî dest pê bike.
 
Panela ewil wê derbarê rastiya jinan ya dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de be. Moderatora panalê Shîwa Qelwazî ye û di panela ewil de wê kesên weke; Şehîn Nawayî, Farîba Baluch, Sohreh Qanberî, Şehîrzad Arşedî û Haydeh Deraghahî pêşkêşiyan bikin.
 
Di panela duyem de wê analîza sosyolojîk a serhildana "Jin Jiyan Azadî’yê" bê kirin. Suheyla Şehiryarî wê moderetoriya panelê bike û navên weke; Sumeye Rostempour, Reha Sabet Sarvestanî, Suzan Kerîmî û Sara Efrasîyabî wê weke axaftvan beşdarî panelê bibin.
 
Piştî her du panelên roja ewil wê 21’ê Çileyê derbasî rûniştina roja duyem bin. Di vê panela sêyem de wê pirsgirêkên jinan û şoreşa civakî bên nîqaşkirin û wê tesîra dînamîkên hundirîn û derve yên li ser şoreşê  jî werin nîqaşkirin. Nagîn Şeyh el Îslamî wê moderatoriya panela sêyem bike û kesên weke; Bîlqeys Roşen, Rojîn Mûkrîyanî, Sara Kirmaniyan û Nêda Hoşeng wê beşdar bibin.
 
Di panela çarem û dawî de wê li ser rêyên parastina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ û armancên şoreşê pêşkêşî werin kirin. Ewatef Asadî wê moderatoriya panelê bike û kesên weke; Elah Sedîr, Ferîba Burhan Zehî, Roza Sabet û Meryem Fethî wê pêşkêşiyan bikin.
 
Kesên ku dixwazin beşdarî konferansê bibin dikarin bi rêya vê e-mailê  bikevin têkiliyê: jinjiyanazadi-conference@riseup.net