'Bila dev ji êrişên li ser kurdan berdin!'

  • 09:02 3 Çile 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dan û wiha gotin:"Êdî bes e ! Bila dev ji êrişan li ser kurdan û zarokên kurdan berdin ! "
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Êrişên li ser nexweşxane, rezerveyên petrolê qadên civakî bi awayekî sîstematîk didomin. Bi êrişan heta niha gelek mirovî jiyana xwe ji dest dan. Îktidara şerê Îsraîl-Filistinê derdixe pêş û Hamasê diparêze dema mijar kurd be êrişên xwe didomîne. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dan û banga bidawîkirina êrişan kirin. 
 
'Bila dev ji êrişan li ser kurdan berdin!'
 
Emine Atak da zanîn li ku derê şer diqewime Tirkiye di destpêkê de berê xwe bi Rojava vedike û wiha got:"Em qetilkirina sivilan şermezar dikin. Nexweşxaneyan, depoyên xurekan û dibistanan bombebaran dikin. Çima vî tiştî tînin serê kurdan? Bi salan e malên kurdan, cihên debara xwe pê dikin, nexweşxaneyên bi kar tînin dikin hedef. Ev ne şerm e ? Çi ji Rojava û kurdên li wir dijîn dixwazin ? Qey ne heyf e.  Ma ew jî ne mirov in ? Çima dewletên navneteweyî ji vî şerî re dengê xwe dernaxin ? Bila dev ji êrişan li ser kurdan berdin ! "
 
'Bes e bila ev şer bisekine'
 
Emineyê da zanîn li vî welatî hiqûq û edalet tune ye û dewleta ji her tiştî re bêdeng dimîne ji êrişan û kuştina mirovan jî bêdeng dimîne û wiha got:"Bila hemû cîhan rabe ser piyan. Bila ev xwîn û şer bisekine. Tiştê tenê ev dewlet dike qetilkirina sivilan qetilkirina jin û zarokan e. Dewlet vê zilm û kuştinê tenê ji ser kurdan dike. Ji bo Filistiyan dibêjin bila şer biqede lê belê ji bo kurdan şer didin destpêkirin. Li ku derê şer hebe kurd dengê xwe derdixin û dibêjin bila aştî pêk were. Lê belê dema êriş li dijî kurdan tê kirin herkes bêdeng dimîne. Dema mesele dibe kurd cîhan ker û lal dibe. Bes e bila ev şer biqede."
 
'Ji bo gelê kurd herkes bêdeng e'
Zahide Şen da zanîn ew êrişên li dijî Rojava şermezar dikin û got ew Dayikên Aştiyê li dijî hemû şeran derdikevin. Zahideyê wiha got:"Ji bo şerê li Filistinê herkes radibe ser piyan ji bo çi ji bo me gelê kurd herkes bêdeng e. Her tim êrişî Rojava dikin. Ji gelê kurd çi dixwazin ? Naxwazin kurd jiyaneke xweş derbas bikin. Dengê ji bo Filistinê derdixin bila ji bo Rojava jî derxin. Kesên li wir dijîn jî kurd in. Êşa mirovên li wir dikşînin em jî dikşînin. Êdî bes e ! "
 
'Em naxwazin kesek bimire '
 
Zahideyê bi lêv kir ku divê êrişên li ser Rojava demildest bi dawî bibe û aştî pêk were û wiha got:"Em çawa dixwazin şerê li Rojava bisekine em dixwazin şerê li Filistinê jî bisekine. Çimkî daxwaza me aştî ye. Em naxwazin mirov bimirin. Ez bang li her kesî dikim ji bo ev şer bi dawî bibin em bibin yek. Êdî bes e em naxwazin kesek bimire. "