Rojnamegerên nûçeya Jînayê ragihadin hevdîtin li wan hat qedexekirin

  • 15:01 2 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnamevan Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hemdî ku nûçeyên destpêkê yên derbarê qetilkirin û merasîma cenazeyê Jîna Emînî de çêkirin, cezayê serdana malbatê û axaftina bi telefonê hat birîn.
 
Dayika rojnamevan Nesîm Sultan, Êran Celîlî ragihand ku di 10’ê Kanuna 2023’yan de, rê nehatiye dayîn ku malbatên Îlahe Mihemedî û Nîlûfer Hemdî serdana zarokên xwe bikin.
 
Êran Celîlî, ji medyaya muxalîf a Îranê re axivî û wiha got; “Li Nesîm Sultan, Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hemdî axaftina bi telefonê û dîtina malbatê hatiye qedexekirin.”
 
Hêjayî gotinê ye ku di 23’yê Cotmeha 2023’yan de dadgeha Bilind a Îranê biryara der barê 2 rojnamevanên bi navê Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamedî da ku yekem car di 16’ê Îlona 2022’an de nûçeya qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ve belav kiribûn da.
 
Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamê ragihand ku piştî lêkolîna dosyaya Nîlufer û Îlahe, her du rojnamevan bi 3 tawanan sûcdar dîtin. Li gorî biryarê, Îlahe bi tohmeta “Hevkariya bi DYE’yê re Emerîkayê re weke dewleteke dijmin hatiye pênasekirin” 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcê “Ji bo komploya pêkanîna sûcên li dijî ewlekariya neteweyî” 5 sal ceza û ji bo “pêkanînên propagandaya li dijî Komara Îslamê” salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Li aliyê din Nîlufer Hamedî bi îdiaya “Hevkariya bi DYE’yê re ku weke dewleta dijmin pênase dike” 7 sal cezayê girtîgehê, bi sûcdariya “bi armanca kirina sûcê li dijî ewlekariya neteweyî li hev kirine” 5 sal û ji bo “pêkanînên wê yên propagandaya li dijî Komara Îslamê” salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Ji rojnamevanan qedexeya  endamtiya partiyên siyasî hat dayîn
 
Her wiha her du rojnamevan li gor xala 23’yê ya qanûna Cezayên Îslamî bi hinceta tedbîrên li dij-ewlehiyê heta 2 salan endamtiya partiyên siyasî, kom, rêxistin û komeleyan hat qedexekirin û ji xebatên fezaya sîber, medya û çapemeniyê bêpar man.