Li Silêmanî bi SİHA'yan êrîş hat kirin

  • 16:34 1 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Hat diyarkirin ku li dijî bajaroka Axceler a navçeya Çemçemalê bi SÎHA'yan êrîşek hatiye kirin.
 
Bajarokê Axceler ê navçeya Çemçemal a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate bombebarankirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk (SÎHA) li gundê Çinartuyê êrîşek pêk hat. Têkildarî ziyanên bombebaranê heta niha tU agahî nehatine bidestxistin.
 
Gundê Çinartu jî di navbera 27-28'ê Kanûnê de hatibû bombekirin.