Li Edene û Mêrsînê Nobeda Edaletê

  • 16:15 1 Çile 2024
  • Rojane
EDENE/MÊRSÎN - Nobedên Edaletê ku li Mêrsîn û Edeneyê hatin destpêkirin bi serdanên gel û saziyan di sala nû de dewam kirin.
 
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja salê ya ewil de berdewam kir. Gelek kes tev li çalakiya ku di roja 29’emîn de berdewam dike bûn. Çalakvanan xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya fizîkî were pêkanîn.
 
Mêrsîn
  
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin di roja 29’emîn de berdewam kir. Di çalakiya nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Heman daxwaz di çalakiya li vê derê de jî hatin ziman.