Li Stenbolê Nobeda Edaletê di roja 20'î de ye!

  • 16:04 1 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL - Nobeda Edaletê ku li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 20'î de îro jî bi serdanan dewam kir.
  
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Esenler a Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 20’Î de berdewam kir.
 
Çalakvanan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivî li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Bagcilarê û gelek kesan serdana çalakvanan kirin. 
 
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr, destnîşan kir ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Armanca me, îdeolojiya me û daxwazên me diyar in.”
 
Yek ji rêveberên DEM Partiya Esenlerê Îlhan Demîrsapi jî wiha got: “Di demekî dirêj e em di nav têkoşînekê de ne. Me di cîhanê de weke dayikên kurdan berxwedêr kes nedît. Em ê têkoşîna xwe serbixin.”