Endama IACTA:Tevgera Kurd dîwar bezandin û berxwedan kirin teşeyê jiyanê

  • 09:04 1 Çile 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Endama IACTA parêzer Altamîra Ana Guelbenzu ku piştgirî da grevên birçîbûnê ya girtiyan di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dabû destpêkirin, diyar kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan tê de tê girtin dijmirovî ne. Altamîra wiha vegot: “Tevgera Kurd ku dîwar bezandîne, berxwedan kirin teşeyê jiyanê.Ev careke din nîşanê hemû cîhanê dane.”
 
Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ket meha sêyemîn. Di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de grevên birçîbûnê  yên dorveger hatin destpêkirin. Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel jî di 28’ê kanûnê de tvli greve bû û bang kir ku divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih.
 
Endama Kooperatîfa Parêzerên Jin a Femînîst a Barselonayê (IACTA) parêzer Altamîra Ana Guelbenzu ku di delegasyona tecrîdê ya navneteweyî de cih digirt  der  barê grevên birçîbûnê û tecrîda giran de axivî û bang li hikûmeta Tirk û saziyên navneteweyî kir ku bikevin tevgerê.
 
‘Di panaromaya Ewropayê de mînaka Îmraliyê’
 
Altamîrayê da zanîn ku  siyaseta tecrîdê ya tê meşandin tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye û mînaka girtîgeha Îmraliyê tune ye. Altamîra wiha dirêjî daye: “Rewşa heyî ya Birêz Ocalan, di alî mafê mirovan û standardên mafê mirovan a navneteweyî  de nayê qebûlkirin. Tu aliyekî hiqûqî yê rejîma tecrîda topyekun tuneye. Di dîroka Ewropaya modern de jî mînaka wê tuneye. Pergala Îmraliyê di panaromaya girtîgehên Ewropayê de mînakeke ku nehatiye dîtinê. Şertên Birêz Ocalan têde tê girtin dijmirovahiye. Ev rewşa tecrîdê di alî krîterên Konseya Ewropayê de teqez nayên qebûlkirin. Li gorî rêbazên infaza girtîgehan a Ewropayê divê têkiliya girtî neyê sînorkirin. 3’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê jî vê qedexe bike.”
 
‘Li dijî pergala girtîgehê rexneyek xurt’
 
Altamîrayê  di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Di pêvajoyên dîrokî de girtiyan greve wek rexneyeke xurt li dijî pergalê bikar anîn. Em dizanin ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên Kurd kampanya greva birçîbûnê dimeşînin. Salên dawî de grevên birçîbûnê wek teşeyek têkoşînê ya kolektîf hat bikaranîn. Li Ispanyayê dawiya salên 70’ê de pêkanînek wisa hat jiyîn. Li dijî rewşên dijmirovahî kampanya dan destpêkirin.  Ev rexneyek xurt a li dijî pergala ceza û girtîgehan bû. Niha îro li Tirkiyeyê girtiyên siyasî jiyana xwe dane holê û rewş krîtîke. Ev nayê qebûlkirin. divê saziyên siyasî berpirsyariyê bigirin.”
 
‘Bedena wan bûye alava dawîya têkoşînê’
 
Altamîra di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê li dijî grevan berpirsyarî bê cih û wiha anî ziman: “Wisa nebe wê pirsgirêkên tenduristiyê derkevin holê. Rewşa girtiyên siyasî krîtîke. Divê vîtamînên pêwist bên dayîn.Mixabin rojên pêş de wê komplîkasyonên tenduristiyê derkevin holê. Hun dizanin grev rewşek esktremin. Girtî li dijî binPêkirinan serî li vê alava dawî ya têkoşinê dane.”
 
Altamîrayê wiha dawî lê anî: “Ez piştevanî, hêz û hezkirina xwe ji hemû girtiyên di grevê de ne re dişînim. Kampanya greva birçîbûnê  serlêdaneke radîkal û dawî ya ji girtiyên Kurd re maye. Tevgera Kurd ku dîwar bezandîne, berxwedan kirin teşeyê jiyanê.Ev careke din nîşanê hemû cîhanê dane.”