‘Bi ÇEDES’ê dixwazin çanda hegemonya xwe bikin dibistanan’

  • 09:02 1 Çile 2024
  • Rojane
Habîbe Eren
 
BURSA - Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Bursayê Meral Batga diyar kir ku ÇEDES  ‘projeya endezyariya civakî ye’ û wiha got: “Armanca desthilatdariyê ne pêşketina xwendekar e,  ne fikrên demokratîk e, armanca wan ev e ku hegemonya çandî li dibistanan bi cih bikin.”
 
Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn di hevdîtinên butçeyê yên meclîsê de, gotibû protokola 2 hezar û 709 a wezaretê heye û piraniya van bi cemeat û tarîkatan re îmze kirine.  Îcratên MEB’ê bi vê sînor nîne. Di çarçoveya protokola navbera wezareta Perwerdehiya Millî (MEB), wezareta karê Diyanet û wezareta Ciwan û Sporê de hatiye îmzekirin de li gelek bajaran di çarçoveya projeya ‘ez li dijî derdora xwe hestiyar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)  mele tayînê dibistanan hatin kirin. Ewil li Îzmîr û Eskîşehîrê pêk hat û piştre li Kirklarelî wê pêk bê. Ji bo 158 dibistanên Kirklarelî di bin navê şêwirmendên manewî de mele hatin tayînkirin.
 
Sekretera jinan a Egîtîm Sen a Bursayê Meral Batga, pêkanîna ÇEDES'ê û polîtîkayên perwerdê yên MEB’ê nirxand.
 
Perwerda laîk û terza jiyanê hedef hat girtin
 
Meralê daxuyakirin ku projeya ÇEDES’ê mînaka dawî ya hedefa teşekirina perwerdehiyê ya desthilatdariyê ye û wiha daxuyand: “Bi îmzekirina protokola hevkariyê re terza jiyanê û perwerdehiya laîk hedef tê girtin. Bi vê projeyê bi hevkariya midûriyetên perwerdehiya netewî re li dibistanan  pêşiya bicihkirina ‘şêwirmendên manewî’ vedikin.  Di serî deli Îzmîr û Eskîşehîrê  li dibistanan mele hatine peywirdarkirin. Li Bursayê jî heman pêkanîn hatin dîtin. Çawa em agahiyê bigirin em ê mudaxale bikin.”
 
Dibistanên dayikê jî di hedefê de ne
 
Meralê balkişand ser pêkanîna ÇEDES’ê û wiha bi lêv kir: “Dibêjin em li derdora xwe hestiyarin lê zextan li kesên xwedî li derdorê derdikevin dikin. Qadên xwezayê ji bo ranta xwe ji îmarê re vekirine.  Projeyên endezyariya civakê ya wek ÇEDES’ê di nav gel de rê li ber xetereyan vedike. Ev mudaxaleyek li pergala perwerdê ye. Niha pêşdibistan jî di hedefê de ne. Armanca wan bi ÇEDES’ê ev e ku nifşekî kindar û oldar bigihînin.”
 
Gelek xwendekar bê taştê diçin dibistanê
 
Meralê diyar kir ku gelek xwendekar bêyî taştê diçin dibistanê û wiha dawî lê anî: “Birçîbûn, xizanî hewcedarî xema wan nîne. Pêkanîna mijara gotinê ye endezyariya civakê ye. Armanca wan eve ku hegemonya xwe ya çandî pêk bînin.  Em ê tawîzê  ji perwerdehiya zanistî û laîk nedin.”