Ji rojnameger Dîcle Muftuoglu peyama serêsalê

  • 16:08 31 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Mûftûoglû ku 8 meh in girtî ye, di nameya ku bi wesîleya sala nû şandiye de wiha got: “Em ê di nava azadî, aşitî û salên ku heqîqet lê bi ser bikeve de bijîn. Ji hemû rojnamegeran re azadiyê dixwazim.”
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ya ku di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de di 3’ê Gulanê de li Amedê hatibû binçavkirin û girtin,  niha di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqerê de ye, peyama sala nû şand.
 
‘Ji hemû rojnamegeran re azadiyê dixwazin’
 
Dîcle, di nameya ku şand de wiha got: “Merheba, ez ji her kesî re salek baş û azad dixwazim. Ez 8 meh in girtî me. Dema ez li rojeva giştî û li rewşa Tirkiyeyê dinêrim, dibînim ku hewl didin tevahiya Tirkiyeyê bikin girtîgeh. Desthilardariyeke ku hewl dide civakê, gel û jinan bê bêhn bihêle heye. Ji ber nivîsandina vê rastiyê em jî ketin girtîgehê. Lêbelê, em ji dîrokê dizanin ku rastî û heqîwet tu carî nayê veşartin. Em ê di bin her şert û mercî de bi nivîsandina rastiyan hewl bidin vê tarîtiyê ronî bikin. Em ê di nava azadî, aşitî û salên ku heqîqet lê bi ser bikeve bijîn. Ji niha ve sala nû ya her kesî pîroz dikim. Ji hemû rojnamegeran re azadî dixwazim.”