Çalakiya gırtiyan di roja 35'an de ye

  • 10:06 31 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dabûn destpêkirin di roja 35'an de berdewam dike.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û çareseriya pirsgirêka Kurd ku li girtîgehan hatiye destpêkirin, ket roja 35'an.
 
Girtiyên ku di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kirin çalakiya wan di meha 3'yan de berdewam dike.