ATK li gor rewşa siyasî biryaran dide

  • 09:03 31 Kanûn 2023
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
WAN - Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Wanê Mehtap Işik, derbarê girtiyên nexweş de axivî û destnîşan kir ku ATK li gor rewşa siyasî biryaran dide û girtiyên nexweş bernade.
 
34 meh in tu gahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîda ku li Îmraliyê hat destpêkirin belavî hemû girtîgehan bû. Rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina berdana girtiyan, şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan û astengiya li hemberî hevdîtina malbatan ji encamên tecrîdê ne. Di pêkanîna tecrîda li hemberî girtiyên nexweş de jî rola Saziya Tiba Edlî (ATK) divê neyê jibîrkirin. Bi raporên “Dikare di girtîgehê de bimîne” girtiyên nexweş bi mirinê re mehkûm dike.  
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê Mehtap Işik, li ser mijarê axivî û got ATK li gor pêvajoyê biryarên siyasî dide.  
 
Li girtîgehan binpêkirina mafan 
 
Mehtap, anî ziman ku taybetî ev çend salên dawiyê ye ku di girtîgehan de zext û zordariyên mezin tên jiyîn û bi lêv kir ku li ser hemû girtiyan û taybetî li ser girtiyên nexweş hewldanek giran heye. Mehtap, destnîşan kir ku ew her carî ev zext û zordariyên li ser girtiyên nexweş û hemû girtiyên dinê tînin ziman û wiha got: “Em raporên ku amade dikin û serlêdanên ku dikin de vê yekê baş tînin ziman. Lê belê em ji vê yekê tu encamekê nagirin. Divê mirov rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bi awayek berfireh bîne ziman. Li ser girtiyên nexweş binpêkirin wek di hindûr de pirsgirêkên dijîn, mafê tedawiyê wan tê astengkirin û dermanê wan bi awayek sererast nayê dayîn û gelek tiştên din hene. Di vir de rola ATK’ê gelek girîng e. Em vê yekê her carê tînin ziman. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan di aliyê taloqkirina înfazê an jî ji girtîgehê bê derxistin piştî serlêdanên ku em dikin şûnde ji ATK’ê re tên şandin. Lê belê ATK ji girtiyên nexweş re rapora ‘dikare girtîgehê de bimîne’ dide. Bifikirin ku girtiyekê 85 salî ku nikare pêdiviyên xwe jî pêk bîne, der barê ew kesî de biryara ‘dikare girtîgehê de bimîne’ dide û carekedin dişîne girtîgehê. Dadgehên Înfazê û dozger jî dibêjin ‘Em bi rapora ATK’ê re girêdayîne’ û bi vê yekê re girtiyên nexweş bernadin. Tişta ku em di vir de li ser bisekinin ew e ku ATK biryarek siyasî dide. Ji ber ku di qanûna înfazê de newekhevî, di navbera girtiyên edlî û siyasî de û şert û mercên înfazê bi temamî ji hev cûda ne.  Her wiha em dibînin ku girtiyên siyasî yên di çarçoveya TMK’ê de li ber mirinê tên hîştin û daxwazên wan pêk nayên. ATK di vir de der barê girtiyan de li gor edlî an jî siyasî ye biryarê dide. Ger ku girtiyek siyasî be zû bi zû der barê ew girtiyan de biryara tehliyeyê nade. Me vê yekê di şexsê Makbûle Ozer de dîtibû.”
 
‘ATK li gor rewşa siyasî biryaran dide’
 
Mehtap, da zanîn ku ATK li gorî guhertinên rewşa heyî û rewşa siyasî bi tevahî bi serê xwe biryaran dide. Mehtap, diyar kir ku ATK nasnameya girtiyan dinêre û li gor vê biryarê dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek ne qanûnê û ne exlaqî ye. Li dijî prensîba wekheviyê ye. Tedawiya girtiyên nexweş niha di girtîgehan de tê astengkirin. Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin tendûristiyê. Mînak di Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê de ji ber pirsgirêka avê gelek girtî pirsgirêkên diranan û nexweşiyên qûrcikan dijîn. Lê belê rêvebiriya girtîgehê li dijî vê yekê dibêje ‘di revîra me de bijîşkê diranan tuneye û ji ber vê yekê em nikarin tedawiya wan bikin’ û ji ber vê yekê girtiyên li wir nikarin tedawiyê bibînin. 3-4 sal in nikarin tedawiyê bibînin. Ev di rastiya xwe de binpêkirina mafan e.”
 
‘Biryarên keyfî ne’
 
Mehtap, destnîşanî taloqkirina înfazê jî kir û vê yekê wek “bi awayek keyfî” nirxand. Mehtap, da zanîn ku di qanûn û hiqûqê de tiştek bi vê rengî nîne nîne û wiha domand: “Biryarên şewitandina înfazê û taloqkirina înfazê bi temamî bi awayek keyfî tên dayîn. Ji girtiyekî ku divê bi şert û mercên serbest bê berdan pirsa ‘Hûn HDP’ê çawa dibînin’ ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve tê pirsîn keyfîyî ye. Pêwîste pirsên ku di qanûnê de hatine diyarkirin û rêvebiriya girtîgehê eleqedar dikin bên kirin. Pêwîste pirsek li ser dîtinên wan ên siyasî an jî azadiya ramanê de neyên kirin. Ji ber vê yekê jî ev tiştên tên kirin keyfî ne. Mixabin ev pêkanîn berdewam dikin.”
 
‘Rêvebiriya berpirsyariya xwe pêk nayîne’
 
Mehtap, diyar kir ku hewldanên wan ên ji bo girtiyên nexweş berdewam dikin û got di destê wan de lîsteya girtiyên nexweş heye û wiha pê de çû: “Lê em kesên ku xwe digihînin wan serlêdanên wan dikin. Hewl didin ku wan bikin rojevê û bi vê yekê re bên berdan. Di heman demê de ji bo rewşa ew girtiyên nexweş bêtir girantir nebe em nav ew heldanan de ne. Lê elbet me xwe hîn negihandiye gelek girtiyên nexweş ên din jî. Gelek girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e hene. Ji bo wan jî bi rêya malbatên wan serlêdanên xwe dikin. Ev hewldanên me didomin. Ji jiyana ew girtiyan rêvebiriya girtîgehê berpirsyare. Ger ku tiştek bê serê ew girtiyan rêvebiriya girtîgehê jê berpirsyare. Lê belê rêvebiriya girtîgehê vê berpirsyariya xwe pêk nayîne.”
 
‘Tecrît jî biryarek siyasî ye’
 
Mehtap, dawiya axaftina xwe de bal kişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi lêv kir ku ev tecrît li tevahî qadên jiyanê belav bûye û taybetî li ser girtiyên nexweş jî tê meşandin. Mehtap, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê ji 27’ê Mijdarê ve girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ev bêhiqûq ji holê bê rakirin, malbat û parêzer hevdîtinê bikin ev çalakî hatiye destpêkirin. Dema em grevên birçîbûnê yên demên borî dinêrin gelek girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dabûn. Em naxwazin carekedin tiştek bi vê rengî bê jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku qanûn her kesî girê dide û ji bo her kesî ye. Ji ber vê yekê em vê bangawaziyê dikin ku demildest bila tecrît bê rakirin, malbat û parêzerên wî bikaribin hevdîtinê bikin. Tecrîda ku bênavber didome, 33 mehan li paşve hîşt. Tecrîda ku hatiye girankirî ne qanûnî ye û me vê yekê gelek caran jî anî ziman. Biryara ku hatiye dayîn ne qanûnî ye, biryarek siyasî ye. Lê em dibêjin qanûn ji bo hemû kesî heye. Ji ber vê yekê jî divê tecrît bê rakirin.”