ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 31 Kanûn 2023
  • Rojev
* Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Wanê Mehtap Işik, derbarê girtiyên nexweş de axivî û destnîşan kir ku ATK li gor rewşa siyasî biryaran dide û girtiyên nexweş bernade. BI DÎMEN 
 
* Piştî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin şûnde li 6 bajaran "Nobeta Edeletê" hatin destpêkirin. Jinên tevli Nobeta Edeletê bûn diyar kirin ku ew edeletê dixwazin û gotin dewlet qanûnên xwe binpêdike. BI DÎMEN 
 
*Ji Ewropayê heta Amerîkayê ji Afrîka heta Asyayê seranserê salê berxwedana jinan derket pêş. Bi ‘jin jiyan azadî’ ne tenê 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê de, li dijî tundiya mêr li her derê jinan cihê xwe girt. Ji aboriyê heta siyasetê, ji krîza avhewayê heta tenduristî, ji spor heta çand û hunerê li her derê dengê xwe bilind kirin. PANORAMA