Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir

  • 20:10 30 Kanûn 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê Hespist ê ku di bin dorpêçe de ye kir.
 
Li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê ku ev 10 roj in di bin dorpêça leşkeriyê de ye, şandeya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Hezexê ku parlamentera bajêr Newroz Ûysal Aslan jî di nav de, serdana gund kir. Şande bi gundiyan re civiya û guh li pirsgirêkên wan kir. Gundiyan diyar kir ku roja ewil leşkeran bi ser malên wan de girtine û dan zanîn ku ji ber rewşa awarte zehmetiyê dikêşin. 
 
Piştî hevdîtinê şande ji gund çû.