Li Konyayê jinek û keça wê hatin qetilkirin

  • 18:37 30 Kanûn 2023
  • Rojane
KONYA - Li navçeya Şeydişehirê mêrê bi navê Bekir Dogan Ayşe Gezer a dev jê berdabû û keça xwe Nur Dogan bi çekê qetil kir. 
 
Li navçeya Şeydişehirê mêrê bi navê Bekir Dogan Ayşe Gezer a dev jê berdabû û keça xwe Nur Dogan bi çekê qetil kir. Li ser îxbara cîranan polîs û ekîbên tendirustîyê hatin cihê bûyerê. Ekîba tendirustîyê diyar kir ku Ayşe û keça wê Gozde Nûr jiyana xwe ji dest dane. 
 
Bekir Dogan ê li cihê bûyerê bû hat girtin. 
 
Cenazeyên Gezer û Gozde Nûrê ji bo otopsîyê birin morgê. Hat zanîn lêpirsîna ji bo bûyerê dewam dike.