Li Mêrsîn û Edenê Nobeda Edaletê 27 roj in didome

  • 16:13 30 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn û Edenê çalakiyên Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê wiha gotin: "Heta ku zextên li hemberî Serokê me ranebe em jî tu carî azad nabin." 
 
Di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di heman çarçoveyê de ji bo piştevaniya kampanyayê di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi heman armancê jî li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” çalakiya Nobeda Edealetê hat lidarxistin. 
 
Edene
 
Nobeta Edeletê ya li Edenê ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Akdenîz  Edeneyê (AATUHAY-DER) ve li avahiya komeleyê hat destpêkirin di roja 27’emîn de berdewam kir. Li salona ku nobet tê girtin pankartên ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ û ‘Ji bo edeletê em tecîdê bişkînin ji bo aştiya demokratîk em bibin dengê zindanan’ cih digirin.
 
Çalakgerên ji bo Nobetê hatin gel hev, di daxuyaniya ku dan de diyar kirin ku çalakiya îro wê li MÊrsînê bidomînin. Çalakgeran dirûşmeyên Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin û ber bi Mersînê ve ketin rê.
 
Mêrsîn 
 
Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve hatî destpêkirin 27 roj in didome. Çalakvanên ku ji Nobeda Edaletê ya li Edenê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan û gelek kes serdana çalakiya îro kirin. Di nobedê de dirûşmên wekî "Bijî berxwedana zindanan" û “Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 
 
Hevserokê Çukurova TUAY-DER'ê Ergîn Altuntaş, axivî û diyar kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Dayika Aştiyê Bezo Oruç a ku tevlî çalakiya Nobeda Edaletê bûye, wiha axivî: "Heke zextên li hemberî Serokê me ranebe em jî tu carî azad nabin. Em tenê azadî û aştiyê dixwazin."
 
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî di çalakiyê de axivî û got: "Em hêvî dikin ku tecrîda li hemberî Serokatî bê bidawîkirin. Em ne şer em aştiyê dixwazin. Divê zarokên me azad bibe. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Çalakiya nobedê bi klaman berdewam kir.