Tulay Hatîmogullari li Bedlîsê axivî: Divê tecrîd bi dawî bibe

  • 11:54 30 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
BEDLÎS - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di 2'yemîn Kongreya Asayî ya Bedlîsê de ku axivî û got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîda ku zêdeyî 3 sal in li Îmraliyê tê meşandin, demildest bê rakirin.”
 
Bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari 2'yemîn Kongreya Asayî ya Bedlîsê hat lidarxistin. Li navendê di eywana dawetekî de kongreya ku pêk hat de Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên sazî û komeleyan û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. 
 
Di destpêkê de parlamenter Huseyîn Olan axivî û anî ziman ku Bedlîs xwedî li cihek girîng e, Botan û Serhedê bi hevdû re girê dide. Huseyîn, bal kişand li ser hilbijartinên herêmî û got tişta ku bikeve li ser milên wan ew ê bi cih bînin û rihê hilbijartinên 2014’an bidin jiyîn. Huseyîn, wiha got: “Berpirsyariya me ya dîrokô ew e ku qeyûmên ku tayînê şaredariyên me hatine kirin paşve bigirin. Ji ber vê yekê jî divê em mal bi mal û bajar bi bajar bigerin û pirsgirêkên gel guhdar bikin. Em ê hem polîtîkayên AKP’ê û hem jî pêkanînên qeyûmê ji gel re bêjin. Em ê bajarê xwe bi xwe rêve bibin.”
 
‘Ji bo çareseriyê azadiya Ocalan divê'
 
Piştre parlamenter Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku rewşa Tirkiye di nav de ye ew dibînin û wiha axivî: "Îro aloziya qeyrana siyasî û civakî heye û sedema vê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê jî divê em hemû xebatên xwe li ser pirsgirêka kurd pêk bînin. Ger ku îro ev qas pirsgirêk heye bingeha xwe ji tecrîda li ser Birêz Ocalan digire. Ji ber vê yekê ev tecrît li hemû cihê belav bûye. Ji ber vê jî heta Bedlîs azad nebe tu tişt çareser nabe. Lewma tişta ku bê kirin dibê demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û şikandin. Em hemû cihê bikin qada berxwedanê. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd jî çareser nabe. Her wiha hûn jî dizanin li girtîgehan niha grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ev peywir ne ya wan tenê ye. Her wiha peywira hemû kesên ku demokrasiyê dixwazin e. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ne tenê bibin dengê girtiyan bibin dengê vê têkoşînê.”
 
‘Gel dê di hilbijartinê de bersivê bide’
 
Salîha, bal kişand li ser hilbijartinên herêmî û wiha bi lêv kir: “Li pêşiya me hilbijartin heye. Ew ên ku dibêjin em ê vîna gel bin pê bikin, bila bizanibin ku gel dê xwedî li dengên xwe derkeve. Ji bo hilbijartinê jî pêwîste demokrasî pêş bikeve. Ji bo vê jî ji heft salî heta heft salî ji bo aştî, wekhevî û demokrasiyê xebatan bimeşîne. Li dijî kesên ku dibêjin em ê vîna wan bin pê bikin, em ê di hilbijartinê de bersiva wan bidin. Gelê Kurd li hemberî tu hêz û zextan  paşve gav navêje.”
 
‘Em ê bi DEM'ê re dawî li wan bînin' 
 
Herî dawiyê jî Tulay Hatîmogullarî axivî û anî ziman ku Bedlîs tevî hemû bedelên xwe paşve gav neavêt. Tulay, diyar kir ku gel di kongreyê de careke din vîna xwe nîşan daye û wiha domand: “Em 2 roj beriya niha li Roboskiyê bûn, me silavên wan ji we re anî. Di encama bombeyên balafirên Artêşa Tirk li wir 34 kesî jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 12 sal derbas bûye jî êş hîn nû ye. Akademîsyenek di bin wê wêneyê de nivîsandiye, ‘Bila her bimîne.’ Wijdan û edaleta wan ewqas ziwa bûye. Weke partî me li hemberî wê kesî hewldanên pêwîst kir."
 
Tulay, da zanîn ku partiya xwe ava kir e lê tehamulî navê HEDEP jî nekirin û wiha bi lêv kir: "Niha em bûn partiya DEM û baş e ku em bûne partiya DEM. Em ê bi DEM bi DEM'ê dawî li wan bînin. Dîsa çend roj berê torbeyeke zer avêtin ber navenda me. Em dizanin ku torbeyê zer tê çi wateyê. Me di vê mijarê de vîna xwe nîşan da. Em bang li rayedaran dikin ku demildest li dijî wan tevbigerin.”
 
Li dijî tecrîdê, li 106 girtîgehan grevên birçîbûnê 
 
Tulay, destnîşan kir ku AKP tehemûla siyaseta demokratîk nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nikarin me têk bibin û nikarin gel bi zihniyeta xwe ya faşîst, otorîter û nîjadperest birêvebibin. Hewl didin xebatên ku em li ser bingeha demokratîk dimeşînin veşêrin û li ber çavê raya giştî bêbandor bikin. Kîjan partiyên me girtin, partiya ku li şûna wê hat vekirin, bi awayekî xurttir rêya xwe domand. Yanî dizanin ku bi van rê û rêbazan nikarin me têk bibin. Jixwe dîroka me vê yekê gelek caran nîşan daye. Divê pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin. Ji bo vê jî divê tecrîda ku zêdeyî 3 sal in li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, demildest bê rakirin. Ji ber vê yekê em demildest dewletê vedixwînin diyalogê. Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk, li 106 girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir. Em girtiyên di greva birçîbûnê de ne, silav dikin.”
 
Piştî axaftinan rapora xebatan hat xwendin. Rêveberiya nû hatin bijartin. Sakîne Olan û Fîkret Bîrlîk jî wek hevserokên nû yên DEM Partiyê hatin bijartin.