'Bi hêza jinan em ê xwedî li ramanên Rêbertî derkevin'

  • 09:17 30 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Taxa Şexmeqsûdê têkildarî panela ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sê rojan hat lidarxistin diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî ji bo azadiya fîzîkî û ji bo belavkirina fikrên Abdullah Ocalan gelekî girîng in û wiha gotin:"Em jî weke jinên ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin, her tim li qadan e. Em bi vê felsefeyê bûn xwedî rih û ji nû de me xwe afirand. Em ê jî bi hêz û vîna jinê xwedî li fikir û ramanên Rêberê xwe derkevin. Çimkî bi taybet xwedîderketina li Rêbertî a bi hêza jinê gelekî girîng e." 
 
Ji 25'ê Kanûnê heta 27'ê Kanûnê li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Kongra Star û Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) panel hat lidarxistin. Panel li Talêt Heleb a ku dikeve milê şerqîya taxê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna hemî sazî, komîn, partî û meclisên taxê panel hat lidarxistin. Di roja ewil de li ser mijara komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja duyem de li ser mijara Abdullah Ocalan û azadiya jinê, di roja sêyem de jî li ser hevjiyana azad hat sekinandin. 
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir, Endama Mala Jinê ya bajarê Helebê, Sultanê Mihemed, Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Dewod têkildarî mijarê nirxandin kirin. 
 
'Li ser parêznameyan nîqaş hatin kirin'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir bal kişand ser girîngiya çalakiyên li dar dixin û wiha pê de çû:" Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo sê rojan me çalakî li dar xist ku tevahî sazî û dezgehên di taxê de di vê çalakiyê de amede bûn. Li ser parêznameyên Rêbertî nîqaşên berfireh hatin kirin. Çalakiyên em ji bo azadî û belavkirina felsefe û ramanên Rêbertî li dar dixin gelekî girîng in. Çimkî felsefe û fikrên Rêbertî azadî û aştiyê belav dike. Loma em ê dewam bikin. "
 
'Heta azadiyê em dest vê dozê bernadin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Nêrgizê da diyarkirin ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê her çalakiya wan dewam bike û wiha bi dawî kir:"Ji bo em bikaribin Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin em her çalakiyên xwe li dar dixin. Em ê vê yekê jî li ber hemberî tevahî cîhanê bidin eşkerekirin ku em weke jinên kurd her bi çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna dewam dikin. Heta azadiyê em dest vê dozê bernadin."
 
'Em ê xwedî li fikir û ramanên Rêberê xwe derkevin' 
 
Di heman demê de Endama Mala Jinê ya bajarê Helebê, Sultanê Mihemed jî bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Tevahî dewletên ku soz dan ku xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin divê bi erka xwe rabin. Em jî weke jinên ku bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin, her tim li qadan e. Em bi vê felsefeyê bûn xwedî rih û ji nû de me xwe afirand. Em ê jî bi hêz û vîna jinê xwedî li fikir û ramanên Rêberê xwe derkevin. Çimkî bi taybet xwedîderketina li Rêbertî a bi hêza jinê gelekî girîng e." 
 
'Bi hêza jinan em ê xwedî li ramanên Rêbertî derkevin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Sultanê têkildarî rewşa jinê ku ji destpêka dîrokê de di bin desthilatdariya sîstemên yekperest û xwediyê zihniyeta baviksalarî, hatibûn birêvebirin lê bi saya ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji wê zihniyetê hatin azadkirin nirxandin kir û wiha got:"Dewletên desthilatdar her li ser jinê desthilatdariya xwe didan meşandin lê bi derketina fikir û ramanên Rêbertî îro jin xwe ber bi azadiyê ve dibe. Em jî soz didin Rêberê xwe ku em ê xwedî li fikir û ramanê wî derkevin heta ku em tevahî jinên bindest azad bikin û tekoşîna xwe bidin dewamkirin." 
 
'Dewletên komploger wê negihêjin armanca xwe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Sultanê bal kişand ser armanca dewletên komploger ên ku destê wan di girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hene û wiha got:"Armanca dewletên komploger a girtina Rêbertî ew e ku felsefeya wî ya ku ji bo tevahî cîhanê îro bûye sembola aştiyê ji holê rabikin û gel ji wê fikrê qut bikin lê belê wê dewletên komploger negihêjin armanca xwe."
 
'Bi projeya netewa demokratîk zemînek nû hat avakirin' 
 
Di heman demê de Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zeyneb Dewod jî derbarê lidarxistina çalakiya xwe de wiha got:" Li ser bingeha azadkirina Rêbertî li tevahî cîhanê çalakî tên lidarxistin. Em jî îro çalakiya xwe li dar dixin. Rêbertî bi projeya netewa demokratîk ji bo me û ji bo tevahî cîhanê zemînek nû ava kir. Em jî daxwaz dikin ku tevahî cîhan xwedî li vê fikir û ramanê derkevin heta ku em bikaribin bi vê fikir û ramanê bibin çareseriyek ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn." 
 
 
 

Etîketan:

Tecrit Abdullah Ocalan