Jinên di Nobeda Edaletê de: Em ê berdewam bikin!

  • 14:52 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin di roja 26'an de bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berdewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya Amedê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 26’an de bi serdanên piştevaniyê berdewam kir. Jinên ku tevli nobedê bûn gotin, "Hata tecrîda li ser Serok Apo bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome."
 
Jinên ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destên xwe amûran dirêsin bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan " çalakiya xwe didomînin.