Ji Nobeta Edaletê banga piştevaniyê

  • 14:27 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Nobeta Edaletê ya bi çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji meseleya kurd re çareserî" li Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 3'yan de bi banga xizmên girtiyan dewam kir. 
 
Nobeta Edaletê ya bi çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji meseleya kurd re çareserî" bi pêşengiya TJA'yê û EGE TUHAYDER'ê li Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 3'yan de bi banga xizmên girtiyan dewam kir. Nobet di roja 3'yan de li nûnertiya DBP'ê dewam kir. Dayikên Aştiyê tevlî nobetê bûn. Li cihê nobetê afîşên "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aşitiya civakî em bibin dengê zindanan", "Li dijî tecride berxwedan" hatin aliqandin. Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê, Rêxistina DEM Partiyê ya Menemenê û rêxistinên civaka sîvîl tevlî çalakiyê bûn. 
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Li vir Dayika Aştiyê Sultan Yagmekan da zanîn ger tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe wê tecrîda li ser gelê kurd jî raneber û wiha got:"Em nikarin bêdeng bimînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê di rêya girtiyên xwe de bin. Heta deng ji bo Birêz Abdullah Ocalan bilind bibe em ê rûniştina li vir bidomînin. Em ê piştevaniya xwe ya ji bo girtiyan bidomînin. Em ê bi ser bikin. Bila gelê kurd bijî."
 
Nobetê bi serdanan û bi stranan dewam kir.