9 roj in gundê Hespistê di bin dorpêçê de ye

  • 13:57 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Dorpêça leşkeran a li gundê Hespistê 9 roj in berdewam dike. 
 
Li gundê Hespist ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê bi hinceta “îxbar heye” di 21’ê Kanûnê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, ketin û derketina gund hatibû qedexekirin û gund hatibû dorpêçkirin. Dorpêça leşkeran a li gund 9 roj in didome. 
 
Leşker di nava gund û ketina gund de bi cih bûne û konên xwe vedane. Gundiyên ku her roj di GBT’ê re tên derbaskirin, ji rewşa heyî aciz in û banga hestiyariyê dikin.