Daxwaza dayikên laçikspî bidawîkirina tecrîdê ye

  • 09:05 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Li Wanê 25 roj in dayikên laçikspî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berê xwe didin "Nobeda Edaletê". Her laçikspiyek çîrokeke wê heye û li qadên berxwedanê bi heman daxwazê dibin dengê çalakvanên greva birçîbûnê.
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 34 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Li gelek welatên Ewropayê jî rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hatin organîzekirin, xebatên dîplomasiyê ya navneteweyî hatin meşandin, meş û nobet hatin lidarxistin. 
 
Ligel wan xebatên Ewropayê li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hatin destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin. 
 
Ji rawestgeha nobetên edaletê yek jî Wan e. Çalakiya dayikan di roja 25’an de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de berdewam dike. Ligel demsala zivistanê jî dayik di sir û sermayê de her roj berê xwe didin avahiya DBP’ê û li wir çalakiya xwe didomînin. Wek çapemenî em her roj çalakiya dayikan dişopînin. Dayikên ku tên cem hev hêzê didin hevdû û wêrektiya xwe parve dikin. Çalakiya ku 25 roj in dest pê kiriye bi biryariyeke mezin berdewam dike, serdanên ku ji bo çalakiyê tê kirin jî bêtir hêzê dide dayikên berxwedêr. 
 
Gelo daxwazên wan dayikan çî ne? Aştiyeke çawa û çareseriyeke çawa dixwazin? Dê çawa daxwaz û dengê xwe ji ragihînin raya giştî ya cîhanê re ragihînin? Gelo daxwazên dayikan çima tên piştguhkirin? 
 
Ji heft salî heta heftê salî gelek mêvanên wan dayikan hene. Her roj ji taxekî, ji navçeyekî Wanê, ji sazî û dezgehên sivîl ên cuda ên bajêr tên serdana "Nobeda Edaletê'. Ev serdan hevgirtin û yekîtiyê nîşan dide. Di her serdanê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li ser ziman e. 
 
Her dayika ku tevlî "Nobeda Edaletê" dibe xwedî li çîrokekê ye. Dayika ku bi salan e ji bo jiyaneke azad têdikoşin û îro di "Nobeda Edaletê" de daxwazên zarokên xwe yên girtî tînin ziman. Ev dayikên berxwedêr ên laçik spî her bûne sembola têkoşîn û azadiyê, di her çalakiyan de pêşengtî kirine wekî niha. Çalakiya ku roja ewilî bi çend kesan dest pê kir û îro gihaşt bi dehan dayikan. Daxwaza dayikên berxwedêr û welatiyên ku tên serdanê diyar in û di her daxuyanî û axaftinên xwe de behsa bi dawîkirina tecrîdê dikin. 
 
Elbet çalakiya dayikan ne tenê bi rûniştinê sînordar e. Di çalakiyê de daxwaz bi stran û helbestan jî tên ziman. Ayten Salgur, Eynê Atabay, Sosin Oktay, Fehîme Acar û gelek dayikên din bi klam û stranên xwe reng didin çalakiyê. Di çalakiyê de her dayikek bîranînên xwe yên dema diçin hevdîtina zarokên xwe yên girtî ji hevdû re parve dikin. Di nava sohbetan de çend neyê ziman jî xemginiya dilê wan dide rûyê wan, bi kenê xwe jî hêviyên xwe yên pêşerojê tînin ziman. 
 
Her roj dayikek peyamek tîne ziman. Di encamê de her peyam xwedî armancekê ye. Fehîme Acar a ku kurê wê Nacî Acar 8 sal in girtiye, têkoşîna xwe didomîne dibêjê "Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe". Sosin Oktay jî ku birayê wê di girtîgehê de ye, diyar dike ku ji bo daxwaza girtiyan pêk bê pêwîste yekîtiya gelan hebe.