'Guherîn û veguherîna siyaseta herêmî bi jinan pêkan e'

  • 09:02 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Seroka Tora Tevgirtin û Wekhevî ya Kûrewî Ayşe Kaşikirik, diyar kir ku guherîn û veguherîn bi jinan mumkun e û got: "Bi taybetî jî bijartina keyayên jin dê bandorê li ser guherîna civakê û siyaseta herêmî bike." 
 
Bi nêzbûna hilbijartina herêmî re xebatên partiyên siyasî yên diyarkirina namzetan jî ber bi dawiyê ve diçe. Ligel hilbijartina şaredar, endamên meclîsa şaredariyê, hilbijartina keyatiyê jî di rojeva jinan de cih digire. Bandora keyatiyê ya li ser guherîna civakî û temsîliyeta wekhev a bi hebûna keyayên jin ji bo rêxistinên jinan mijareke sereke û girîng e. 
 
Seroka Tora Tevgirtin û Wekhevî ya Kûrewî Ayşe Kaşikirik derbarê mijarê de axivî. 
 
Siyaseta herêmî û demokrasî
 
Ayşe, destnîşan kir ku pirsgirêkên kurewî dê ji hêla herêman ve bê çareserkirin û wiha got: "Me bi vî armancê tor avakir. Me ji keyatiyê dest pê kir, Ji ber ku parçeya herî biçûk a siyaseta herêmî û demokrasiyê ye. Çima? Ji ber ku guhertin û veguhertin a taxê bi keyatiyê destpê dike. Her wiha guhertin û veguhertin bi jinan mumkun e. Em dizanin û bawer dikin ku heke jin ji taxan di asta wekheviyê de tevlî bibe dê erdnegariyeke cuda û bi nêrînên polîtîtîk ên cuda em ê bên birêvebirin. Li cîhanê mînakên vê yeke gelek zêde ne. Dema di parlamentoyê de hejmara jinan zêde be bandorê hişmendiya wekhevî, tevgirtin, afirandina plan û polîtîkayên li gorî wekheviya zayendî dike. Heke em daxwaza temsîliyeta wekheviyê dikin rêya wê ji tax û keyatiyê re derbas dibe. Polîtîkayên ku dê bên afirandin û dê hilbijartina namzetên jin ên keyatiyê zêde bike."
  
Bê partî û bê logo tevlî hilbijartinê dibin
 
Ayşe da zanîn ku jin wekî hilbijêr tên dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji sedî 50,6 hilbijêr jin in, tenê ji sedî 30 namzet û bernamzet hene. Di hilbijartina giştî ya dema borî de ji sedî 30 parlamenterên jin hebû. Em niha bi heman xeterê re rûbirû ne. Ji ber vê yekê em nikarin mudaxilê parlamentoyê bibin. Em ji bo jin deng bidin dixebitin lê piştre jinan di lîsteyan de cihê ku neyê bijartin tên bi cih kirin. Em ê bi kolektîfbûnê biguherînin. Em ê guhertinan bi keyatiya jinê biguherînin. Ji ber ku kesek bi navê xwe, beyî partiyekî û bê logo tevlî hilbijartinê dibin. Keyatî dezgeha demokrasiya raste rast e. Hilbijartina keyatiyê dê bandora siyaseta jor ji bike." 
 
'Em ê jinan ji malê derxin...'
 
Ayşe di axaftina xwe de wiha bal kişand ser endamtiya meclîsê ya şaredariyê, şaredar û parlamenteran: "Dema jin dibe keya bêtir xwebawer dibe û motivasyona wê zêdetir dibe. Jin endamtiya meclîsa şaredariyê û keyatiyê wekî karek din na, karê esasî dibîne û ji bo taxa xwe bêtir bi hêztir dixebite. Ji ber vê jî tişta herî sereke divê em jinan derxir derve. Ji malê derxin taxê, ji taxê derxin bajar. Bila di mekanîzmayên biryaran de cih bigirin. Em hewl didin ku têgihiştina jinan hêztir bikin."
 
'Ji rêxistinên jinan piştevaniyê bigirin'
 
Ayşe daxuyand ku li Tirkiyeyê newekheviya di navbera jin û mêran li gorî welatên din bêtir zêde ye û got: "Herî zêde newekhevî di qada siyaset û aboriyê de heye. Kota ji bo destpêke girîng e lê di lîsteyên namzetiyê de pergala fermûarê bêtir girîng e. Dema lîste tên amadekirin divê namzetek jin û namzetek mêr bê nîşandan. Ev tişt girîng e. Lê belê partiyên ku jinan di dawiya lîsteyan de nîşan didin û ev tişt bêsamimiyeta partiyan nîşan dide. Partiyên siyasî hinceta namzetên jin tuneye nîşan didin. Lê tiştek wisa ne rast e. Ji sedî 30 namzetên jin hene lê di lîsteyan de tenê ji sedî 6 jin tên bicihkirin. Em bang li jinan dikin ku bila bêzar nebin. Dê bi ser me de bên lê divê em têbikoşin. Em ê bi hev re bi ser kevin. Ji rêxistinên jinan piştevaniyê bigirin."
 
Bandora siyaseta herêmî
 
Ayşe, da zanîn ku li Mêrdînê 699 keya hene û di nav de tenê 4 keyayên jin hene û wiha bi lêv kir: "Li Rihayê ji avakirina komarê heta niha qet jinek nebûye keya. Ev tişt nîşaneya xetereya tabloya siyaseta herêmî ye. Ji ber ku di siyaseta herêmî de ji sedî 99 mêr hene. Mêr tu carî ji jinan re qad venake. Di hilbijartinên herêmî de malbat, cemaat, êşirtî li pêş e, li ser vê esasî hêz dikevin pêşbirkê. Divê em vê tabloyê biguherînin û jinan tenê wek hilbijêr nebînin. Divê jin û ciwan di lîsteyên namzetiyan de cih bigirin. 
 
'Rêveberiyên herêmî di navenda jiyana rojane de ne'
 
Ayşeyê bal kişand ser rêveberiyên herêmî ku bi gel ve girêdayî ne û di navenda jiyana rojane de ne û wiha got: "Gelek mijarên wekî gelaş nayê komkirin, qutbûna avê û kêmbûna ronahiyê jiyana jinên ku li malê ne zahmet dikin.  Di şert û mercên Tirkiyeyê de ji her sê jinan tenê yek kar dike. Mêr serê sibehê ji tax û bajarên xwe derdikevin, lê jin li wê dimînin. Zarokên xwe dibe dibistanê, diçe nexweşxanê, postexaneyê û bazarê. Jin di tevgera bajaran de rasterast bi xizmetên şaredariyê re di nava têkiliyê de ne. Jixwe newekheviya zayendî heye. Berpirsiyariya malê li ser milê jinê ye. Eger rêveberiyên herêmî barê jinan sivik bikin û weke mekanîzmayeke ku jinan bikişîne nava qada giştî tevbigerin, jin jixwe di warê refaha civakî de xwe pir pêşdetir bibin."
 
'Jinên pêşeng ne şerxwaz aştîxwazin'
 
 Ayşeyê, anî ziman ku pirsgirêkên ku li herêmê tên jiyîn giraniya wan li ser milê jinan dimîne û wiha got: “Zêdetir jin avê hildigirin û bi bêaviyê re têdikoşin. Dema biçin kar an dibistanê li gorî dema ku tarî dibe pilansaziya xwe dikin. Ji ber çi? Ji ber ku kolan tarî ne û ji bo wê ne ewle ne hewl dide ku di ronahiyê de vegere malê. Xizmetên bajarî divê ji bo wekheviya zayendî bên kirin û xwedî perspektîfa jinê bin. Rêvebirên jin hewl didin di serî de pirsgirêkên jinan çareser bikin. Ji ber ku ew jî bi heman pirsgirêkan re rûbirû mane herî zêde ew dikarin wan çareser bikin. Li cihên ku şaredarên jin hene, îstîhdama jinan ji sedî 30-40 zêde dibe. Li cihên din, jin bi îhtimaleke mezin karmendên paqijiyê, xebatkarên piştgiriyê û alîkar in. Di hemû mekanîzmayên ku biryar tên dayîn de divê jin jî cihê xwe bigirin. Şaredarî mekanîzmayên ku her tiştê ku ez di jiyana xwe ya rojane de dibînim diyar dikin. Şaredarî cihên ku jiyana me ya rojane diyar dikin e. Jinên pêşeng ne şerxwaz aştîxwazin. Em li cihê ku em ê lê cih bigirin jî têkoşîna xwe bidomînin."