ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 29 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Seroka Tora Tevgirtin û Wekhevî ya Kûrewî Ayşe Kaşikirik, diyar kir ku guherîn û veguherîn bi jinan mumkun e û got: "Bi taybetî jî bijartina keyayên jin dê bandorê li ser guherîna civakê û siyaseta herêmî bike." BI DÎMEN 
 
*Li Wanê 25 roj in dayikên lacikspî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” berê xwe didin "Nobeda Edaletê". Her laçikspiyek çîrokeke wê heye û li qadên berxwedanê bi heman daxwazê dibin dengê çalakvanên greva birçîbûnê. BI DÎMEN 
 
*Meclîs salek din bi neçareseriyê şûnde ma û ji bo bangên aştî û çareseriyê koma deshtilatdariyê bersiva ‘terorîzm’ da. Dem bi dem di hevdîtinên butçeyê de tansiyon bilind bû û ji şer re butçeyek mezin hat veqetandin. Rêzên vala yên AKP û MHP’ê xizaniya  gel hîn bêtir giran kir. PANORAMA
 
*Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku seranserê salê tecrîd û şer giran bûye, binpêkirinên mafan zêde bûne û got: “Hewce heye ku li dijî van polîtîkayan têkoşînek xurt bê meşandin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê her kes di vê têkoşînê de hevpar be.” DÎMEN HEYE
 
*Xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de ne bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dan û polîtîkayên li ser înkarkirin û tunekirina kurdan rexne kirin. Xizmên girtiyan gotin:"Şer bi hemû pirsgirêkên civakî re girêdayî ye. Her wiha bi pirsgirêka tecrîdê re jî girêdayî ye. Ger tecrîd bi dawî bibe wê şer jî bi dawî bibe." DÎMEN HEYE
 
* "Niha di fîzîkê de di serî de ronahî, pêl û parçebûna ku hebûn nîşan dide, dîsa zindîbûn, legîn û guherîna parçebûnan daneyên zanistî yên hatine bidetxistin, wek pêvajoyeke ku bi karaset û bûyerên nişkave derketiye holê. Jiyan jî têde hemû guherînên mijara gotinê yên xwezayê di encama organîzasonek hevpar de rû didin û ev rewşek zanistiye." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ