Li Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin

  • 08:44 29 Kanûn 2023
  • Rojane
 
SÊRT - Li Sêrtê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encamê de gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. 
 
Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komara Sêrtê ve hatî destpêkirin de hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê Muazzez Bulga û Ferhat Başkurt, Endamên Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Maşallah Erbey û Ahmet Îstek, hevseroka navçeya navendî ya DEM Partiyê Rahime Kaysî, rêvberên DEM Partiyê yên bajêr Takyedin Alver, Kiymet Mut, bernamzeta şaredariyê Elîf Akan serê sibê hatin birçavkirin. 
 
Siyasetmedarên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Sêrtê.