Kesên di komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 19:30 28 Kanûn 2023
  • Rojane
WAN - Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê, bi minasebeta 12’emîn salvegera Komkûjiya Roboskî daxuyaniya ku da û destnîşan kirin ku 12 sal derbas bûye jî hîn kiryarên bûyerê nehatine cezakirin û hat destnîşankirin ku dê desthilatdariya AKP’ê hesabê bide gel. 
 
Platforma Şaxên KESK’ê ya Wanê, bi minasebeta 12’emîn salvegera Komkûjiya Roboskî li ber Navenda Danûstandinê ya Aydin Pêrihan daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Komkûjiya Roboskî Ji bîr Neke” hat vekirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hat bilindkirin. DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayîkên Aştiyê, parlamenterên DEM Partî, rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê tim dirûşmeyên “Em ê bi berxwedan ê bi ser kevin”, “Dê roj were AKP hesabê bide gel” û “Roboskî ji bîr neke û nede ji bîr kirin” hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Lijneya Rêvebiriya Şaxa Yapi Yol-Senê Murat Kubîlay ve hat xwendin. 
 
‘AKP divê hesab bide gel’
 
Murat, anî ziman ku 12 sal di ser qetilkirina 34 kesan de derbas bû û desthilatdariyê ji bo dîtina kiryaran ne lêborîn xwestiye û ne jî gavên berbiçav avêtine. Murat, bi lêv kir ku ev komkûjiya ku pêk hatiye ne qezaye, bizanebûn ev komkûjiya hatiye pêkanîn. 
 
Murat, wiha pê de çû: “Axaftinên desthilatdariyê ji bilî çandina tovên kîn û nefretê di nav gelên ku bi hezaran sal in li van xakan di nav aştî û wekheviyê de dijîn û welatê me mehkûmî deryaya xwîn û hêsiran dikin, tu armanceke din nîne. Diyardeya nêzîkatiya rêveberiya monîst û faşîst e ku di polîtîkayên vê dawiyê yên hundir û derve yên hikûmetê de bi zelalî tê dîtin. Ev helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî komkujiya Roboskî, ji çareseriya şênber a pirsgirêka gelê me, pirsgirêka kurd jî di nav de ye, dûrî çareseriyê ye. Tevgereke faşîst e ku hewl dide hemû pêkhateyên muxalîf ên van pirsgirêkan bi zextên zêde îfade dike bêdeng bike û bitirsîne. Di salên derbasbûyî de bi pêkanînên bi êş, car bi car hatiye îspatkirin ku polîtîkayên zext û tundiyê yên ku êşên nayên vegotin li welatê me diafirînin, nikarin tu pirsgirêkên bingehîn ên welatê me çareser bikin. Li gel vê jî israra di polîtîkayên bêçareseriyê de nîşan dide ku AKP tenê li parastina desthilatdariya xwe difikire, ne çareserkirina pirsgirêkên welat. Lê dîrok şahid e ku yên ji bo desthilatdariya xwe bidomînin zext û zorê li gel dikin, zû yan dereng mehkûmî têkçûnê ne. Divê hikûmeta AKP’ê dest ji zext û êrîşên xwe berde. Hesabê Komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên din bide.” 
 
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê pêşengeha wêneyan hat nîşandan.