Ruşan Erdem piştî 12 salan şûnde azad bû

  • 18:54 28 Kanûn 2023
  • Rojane
KOCAELÎ - Ruşan Erdem ku piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket, li ber deriyê girtîgehê got: "Hêleke me her tim têkoşîn e." 
 
Ruşan Erdem ku gava xwendekara Zanîngeha Dîcleyê bû di sala 2011'an de bi îdiaya "li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hat girtin, piştî 12 sal û 7 mehan ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê derket.
 
Malbata Erdemê, Dayikên Aştiyê, rêveberên MATÛHAY-DER'ê û gelek kesan Ruşan li ber girtîgehê bi çepik, tilîlî û kulîlkan pêşwazî kirin.
 
Ruşan gava ji girtîgehê derket, li ber deriyê girtîgehê axivî û got: "Hêleke me her tim têkoşîn e."