Gumanbarê Zeynebê hat girtin

  • 18:34 28 Kanûn 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Jina bi navê Zeynep Gul Kuşçu ya 31 salî ji aliyê Ahmet Tahîr Erat ku dest jê berdabû  ve hatibû qetilkirin. Gumanbar Ahmet Tahîr Erat, hate girtin. 
 
Jina bi navê Zeynep Gul Kuşçu ku li Taxa Yenîşehîr a navçeya Artûklû ya Mêrdinê dijiya, şevê din rastî êrişa çekdarî ya kes an jî kesên nasnameya wan nediyar hat. Êriş, li pêşiya Mizgefta Kubayê pêk hat û Zeynep bi giranî birîndar bû. êrişkar, ji cihê bûyerê reviya û komên polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin. Bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Têkildarî qetilkirina Zeynebê de lêpirsîn hate destpêkirin û hevjînê wê yê berê Ahmet Tahîr Erat xwe teslîmî emniyetê kir. Gumanbar, di îfadeyê de li xwe mikûr hat û sewqî dozgeriyê hate kirin. Gumanbar, di îfadeya xwe de parastinên her carê kir û îdia kir ku di pêvajoya lihevkirinê de bûn. 
 
Piştî lêpirsîna li dozgeriyê, Erat bi sedema “Kuştina biqesdî” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Erat, hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
Malbata Zeynebê cenazeyê keça xwe wergirt û li goristana Kamorê ya Bajar defin kir. Hat zanîn ku di roja bûyerê de Zeynebê ji bo dîtina sê zarokên xwe yên welayeta wan li gel Ahmet Tahir Erat bû çûbû