Desteya Tenduristiyê êrişên li dijî Rojava şermazar kir

  • 15:01 28 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Desteya Tenduristiyê êrişên dewleta tirk bi daxuyaniyekê şermezar kirin ku di encama wan de 8 welatî jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
 
Endamên Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê îro li ber avahiya xwe ya li Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Şêrîn Ebbas daxuyanî xwend.
 
Şêrîn Ebbas diyar kir ku ji ber bombebaranê li stasyona navendî ya oksîjenê û navenda diyalîzê xizmet sekiniye û wiha got: “Wê stasyona gaza oksîjenê, xizmet dida gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê.”
 
Şêrîn Ebbas got bi vî awayî jiyana wan nexweşan ketiye ber metirsiyeke mezin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Desteya Tenduristiyê di wê baweriyê de ne ku ev yek projeya yekitiya hemû gelê Sûriyeyê ye û em ê bi ser bikevin. Her wiha li gel hemû şert û mercên dijwar, kesên ku cilê spî li saziyên tenduristiyê li xwe dikin, dê bi sonda xwe û wateya rengê spî û têgînên wê yên ku sembola aştî û hezkirinê ne, dilsoz bimînin.”