Destûr nedan balafira wêneyê Jîna Emînî li sere dakeve

  • 14:15 28 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku  ku Misrê destûr nedaye balafira ku wêneyê Jîna Emînî ya li Îranê hatibû qetilkirin li ser bû, dakeve balafirgehê. 
 
Derhênerê Îtalî Enrique Piñeyro li ser hesabê xwe yê X’yê daxuyaniyek da û anî ziman ku Misrê destûr neda balafira wêneyê jina Kurd Jîna Emînî ya di 16’ê îlona 2022’yan de ji hêla hêzên Geştî Îrşadê yên Îranê ve hatibû qetilkirin, li ser bû dakeve balafirgehê. Enrique destnîşan kir ku ji ber wêneyê li ser balafira taybet a malzemeyên alîkariyê dibir Xezayê, destûr nehatiye dayîn ku balafir dakeve balafirgehê. 
 
Enrique dîmenên jêkirina wêneyê li ser balafirê parve kir û wiha got: “Divê tu jin ji ber ku serê xwe nagire neyê kuştin. Ji bo ku em karibin dakevin, em neçar man ku wêne jê bikin.”