Komeleya Jinan a Rosayê di 6 saliya xwe de ye

  • 09:36 28 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekin
 
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal li dû xwe hişt. Endama Lijneya Rêveberiyê Ezgi Sıla Demir têkildarî salvegera damezrandina Komeleya Jinan a Rosayê de wiha got:"Rihê me bi qasî ku li hemberî negatîfbûnê têk naçe, zindî ye. Em ê têkoşînê bidomînin."
 
Li Tirkiyeyê di sala 2016'an de bi çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) tevî Kongreya Jinên Azad'ın (KJA) gelek saziyên jinan hatin girtin. Her wiha qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat kirin û gelek saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Li ser vê yekê jinên li Amedê di 29'ê Kanûna 2018'an de Komeleya Jinan a Rosayê îlan kir. Komeleya Jinan a Rosayê ji bo pêşiyê li tundiya li ser zarok û jinan bê girtin û ji bo piştevaniya jinan pêş bixe hat vekirin. Endama Lijneya Rêveberiyê Ezgi Sıla Demir têkildarî salvegera damezrandina Komeleya Jinan a Rosayê de û xebatên hatine kirin axivî. 
 
'Hevalên kedkar Rosa ava kirin'
 
Ezgiyê da zanîn gelek hevalên wan ên kedkar hatine gel hevdu û Rosa ava kirine û wiha got:"Li dijî ked û destkeftiyên jinan êrişeke cidî hebû. Valahiyeke bi vî rengî hebû loma jî pêdivî bi avakirina Rosayê hebû. Xebateke me ya li ser esasê dildariyê heye. Polîtîkayên me yên li dijî tundiya jinan heye. Ji bo çareseriyên pirsgirêkan jinan serî li Rosayê dan. Em piştevaniya hiqûqî didin jinan."
 
'Rosayê di nava qada civakî de cihê xwe girt'
 
Ezgiyê da zanîn tevî astengiyan jî Rosa di nava 5 salan de ni nava qadên civakî de cih girtiye û bûye civakî û wiha pê de çû:"Saziyên li herêmê bi rehetî dikare bê manîpulekirin û krîmînalîzekirin. Loma karekî ku tê kirin dikera bi rehetî bê îlegalîzekirin. Ji ber wiha tê nîşandan loma jî pêşdarazeke li dijî saziyan jî ava dibe. Bi qasî girseyeke em xîtabî wan dikin girseyeke ku em xîtabî wan nakin jî heye. 5 sal ji bo rêxistina civaka sîvîl ne demeke dirêj e lê belê di nava vê demê de baweriya jinan a bi Rosayê çêbû. Dema li kolanan em bi jinan re tên gel hevdu û em ji wan re behsa armanca komeleyê dikin bi baldarî guhdar dikin. Jin dema dibînin armanca Rosayê têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê ye baweriya wan bi Rosayê re çêdibê. Rosayê di nava qada civakî de cihê xwe girt. Loma em dikarin bêjin Rosa bû civakî."
 
'Têkoşîna me rewa ye'
 
Ezgiyê bi bîr xist ku Rosayê li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava gelek tor û platforman de cihê xwe girtiye û wiha lê zêde kir:"Em bi saziyên li Rojava jî bi rehetî têkiliyê datînin û em rojeva xwe ji wan re radigînin û nîqaşan bi teşe dikin. Loma li Rojava mesele bi awayekî din tên nîqaşkirin. Rosa ji bo nêrînê biguhere hêzek e. Bandora Rosayê ji vî alî de baş e. Loma jî gelek operasyon li dijî Rosayê çêbû gelek hevalên me hatin binçavkirin hatin girtin. Em bi destdirêjiya darazê rû bi rû man. Dema tu karê baş bike tu dibe hedef. Tevî vêya jî em hewl didin li ser piyan bimînin û têbikoşin. Em bi israr dibêjin têkoşîna me rewa ye. Têkoşîna me perspektîfa jinan e. Em li qadên jin tundiyê dibînin polîtîkayan pêş dixin. Lêgerîna rêya çareseriyê hedefa me ya bingehîn e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Rihê me zindî ye'
 
Ezgiyê bi lêv kir ku ew ji nava pêvajoyeke zehmet derbas dibin û tevî hemû zehmetiyan bi baweriyekê hereket dikin û ew ê ji niha şûnde jî dewam bikin. Ezgiyê da zanîn ew ê bi fedakariyê pêvajoya nû pêşwazî bikin û wiha got:"Rihê me bi qasî ku li hemberî negatîfbûnê têk naçe, zindî ye. Em ê têkoşînê bidomînin."