Peyama jinan a 2024'an: Em ê bi têkoşînê sersalê pêşwazî bikin!

  • 09:04 28 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan dan zanîn ew ê sekna xwe ya bi biryar a di qada têkoşînê de di sala 2024'an de jî dewam bikin û wiha gotin:"Me wekî jin sala 2023'yan bi têkoşînê qedand. Em bi vê têkoşînê diçin sala nû. Li dijî tundiya mêr dewletê li dijî zext û îşkenceyê em ne bi tenê ne em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Jinan li dijî tundiya mêr dewletê, îşkence û zextan di sala 2023'yan de jî li berxwe dan. Jin serhildan û têkoşîna xwe li qadan mezin dikin û piştevaniya bi hev re mezin dikin. Jin li dijî polîtîkayên komkujiyê li meydanan li edliyeyan li kolanan li berxwe didin. 
 
Rêxistinên jinan têkildarî xetên têkoşînê yên sala 2024'an de ji JINNEWS'ê re nirxandin kirin. 
 
Li dijî tundiyê ew ê bi têkoşînê bibin bersiv 
 
Endama Taxa Parastinê ya Jinan Gokçe Kormaz da zanîn jinan di 25'ê Mijdarê de li kolanan li dijî tundiya mêr dewletê daxwazên xwe anîne ziman û wiha got:"Îktidar ji ser jinan dixwaze hebûna xwe ava bike. Wekî ku tundiya mêr dewletê normal be dixwazin nîşan bidin. Me tevgera feminist ev yek xera kir. Me wekî pirsgirêkeke civakî dîsa anî rojevê. AKP tundiya mêr bê ceza dihêle. Dixwaze bi vê yekê civakê xera bike. "
 
'Jin di derketina li kolanan de bi israr in'
 
Gokçeyê da zanîn jin di demên dawî de hîn zêde derdikevin kolanan û wiha got:"Em li dijî îktidara faşîst serhildana xwe mezin dikin. Em ê her tim li kuçeyan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna li dijî tundiya mêr dewletê dewam bikin. Ev îktidara faşîst dijminê jinê ye. Hemû rojnamegerên kurd xistin girtîgehan. Dema vê yekê dikin jî behsa malbatê dikin û vê yekê pêk tînin. Têkoşîna jinan a li dijî vê yekê gelekî girîng e. Wê jin her tim li dijî pergala yekzilamiyê bisekinin. "
 
'Em ê bi têkoşîneke nû sala nû pêşwazî bikin'
 
Endama Piştevaniya Mor Seda Yanmiş da zanîn sala nû hem ji bo jinan hem jî ji bo gel zehmet derbas bûye û wiha got:"Me hişmendiya piştevaniya bi jinan re pêş xist. Piştî erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû em jin hatin gel hevdu û me têkoşîn mezin kir. Niha jî têkiliya me ya herêmên erdhejê didomin. Me hilbijartinek jî li dû xwe hişt. Di vê pêvajoya hilbijartinê de jî têkildarî jinan me gelek xebat dan meşandin. Me wekî jin sala 2023'yan bi têkoşînê derbas kir. Ji bo xwendekar bi cih bibin jî me xebat dan meşandin. Em li bajarên lê ne bi jinan tên gel hevdu. Em atolyeyan li dar dixin. Em dizanin ku em bi rêxistinbûyinê ji dewletê re dikarin bêjin bisekine."
 
'Em ê hêza jinan zêde bikin'
 
Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan da zanîn tundiya li ser jinan her diçe zêdetir dibe û wiha got:"Tundî her diçe zêde dibe. Em dikevin sala 2024'an lê em bi gelek êrişan rû bi rû dimînin. Lê belê têkoşîneke me ya hêzê dide me heye. Me stratejiyên em ê çawa bi hêz bibin nîqaş kir. Em ê bi awayekî bi hêz derbasî sala nû bibin. Em ê têkoşîna jinan li qada navneteweyî belav bikin. Em bi israr in."
 
Banga mezinkirina rêxistinbûyina jinan
 
Dîlekê da zanîn ew ê rêxistinbûyinê mezin bikin û banga piştevaniya ji bo xurtkirina rêxistinbûyina jinan kir û wiha got:"Em bawer in ev sed sal wê bibe sedsala jinan. Dînamîka têkoşînê em in. Yên li her qadê ne jî em in. Dema em bên gel hevdu û em hevdu bibînin em dizanin em çiqasî bi hêz in. Loma têkoşîn û rêxistinbûyina me bi hev re hîn mezin dibe. Ez bang li hemû jinan dikim ku vê têkoşîna bi rêxistinkirî nas bikin."