‘Jin di malê de bi dewleteke biçûk re têdikoşin’

  • 09:02 28 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
RIHA - Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî Sevînç Îzol li dijî pirsgirêkên jinan got, “Tenê parêzvanî tespîtkirina pirsgirêkê ye. Heta ku em bi awayekî wekhev û azad bijîn ev têkoşîn dê bidome.”
 
Rêxistin û saziyên jinan bi salan e ji bo newekheviya zayendî ya di navbera jin û mêr de ji holê rakin û piştgiriya hiqûqî, derûnî û aborî bidin jinan  û rêxistinkirina jinan têdikoşin. Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî ku di sala 2004'an de li Rihayê ji aliyê komek jinan ve hat avakirin, yek ji wan saziyan e ku bi her awayî dixwaze piştevaniya jinan bike. Komeleya ku ji bo jinan bike xwedî hişmendiya zayendî h û jin li vîna xwe xwedî derkevin hat avakirin, 19 sal in li Rihayê ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinê têdikoşe.
 
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî Sevînç Îzol, der barê komeleyê û xebatên wê de axivî û diyar kir ku komele avahiyeke ku ji aliyê jinên herêmê ve hatiye avakirin e.
 
'Pirsgirêka jinan di asta herî jor de ye'
 
Sevînçê, Riha wekî herêma ku pirsgirêkên jinan di asta herî jor de ne bi nav kir û got: "Dema ku em bi giştî li Rihayê dinêrin, hinek kevneşopî û kevneperestî heye. Ji ber vê yekê jî pêwîste jin ji bo xwe îfade bikin û zêdetir di nava civakê de cih bigirin têkoşîneke xurtir bidin. Li Rihayê em dikarin behsa zewaca di temenê biçûk, neşandina keçan a dibistanê, mijara zewacê û tundiyê bikin.
 
'Têkoşîneke cidî pêwîst e'
 
Her wiha Sevînçê diyar kir ku jin nikarin zêde li qadên giştî yên Rihayê cih bigirin û got, “Satên derketina derve û sînorên jinan diyar in. Em di civakeke wisa de dijîn ku jin çi dike, çawa dijî û heta ji bo ku hevjînê xwe bibijêre jî mudaxele lê tê kirin.  Civaka muhafazakar a Rihayê,êdî nama rê dide ku jin hilmekê jî bistînin. Ji ber vê yekê divê jin ji bo xwe îfade bikin û li vir hebûna xwe biparêzin têkoşînek pir cidî bidin.”
 
'Komele ji bo jin li qadên jiyanê hebin hat avakirin'
 
Sevînçê, anî ziman ku ji ber pirsgirêkên ku tên jiyîn ev komele hatiye avakirin û wiha got: “Yaşamevî (Mala Jiyanê) ji bo hebûna jinan li hemû qadên jiyanê misoger bike ev xebat meşand. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan me çalakiyên hişyariyê pêk anîn. Ji bo me girîng bû ku jin mafên xwe hîn bibin û pirsgirêkên xwe bi zelalî bînin ziman. Dema ku em bi pirsgirêkên ku em her roj di jiyanê de pê re rû bi rû dimînin têdikoşiyan, me ji bo çareserkirina van pirsan rêbaz pêş xistin. Ji ber ku me rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan pêşxistin, belavkirina van pirsgirêkan li civaka xwe û jinan, ji nû ve hînkirina wan û zêdekirina hejmara jinan a rêxistinbûyî ji bo me bû yek ji bingehên bingehîn."
 
'Jin li malê bi dewletê re têdikoşin'
 
Sevînç got, "Jin li malê li dijî dewleta biçûk têdikoşin" û destnîşan kir, ku tundiya li ser jinê ji hawîrdor, pergal û pêkhateyên nava malbatê nikare cuda bê nîşandan. Sevînçê, anî ziman ku tundiya li nava malê li jinê tê kirin her roj li civakê belav dibe û got, “Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Tundiya li nava malê polîtîk e’. Polîtîkayên ku em dimeşînin ji bo kêmkirina tundiyê û bi hêzkirina jinan li hemberî wê ye. Dema jin karibin li malê li mafên xwe xwedî derkevin û xweparastina xwe bikin, wê tundiya li ser civakê gav bi gav bandora xwe winda dike."
 
'Jin di qonaxa dawî ya tundiyê de serî li me didin'
 
Sevînçê, anî ziman ku her roj nêzî 3 jin tên qetilkirin û wiha got: “Di şerên ku em nizanin de di asta ku digihêje qirkirina jinan de jin tên qetilkirin. Her wiha li gelek jinan tundî tê kirin ku em wan jinan nas nakin. Ev daneyên ku em ji serîlêdanan an jî wekî ku di çapemeniyê de têne ragihandin dizanin. Dema em li jinên ku li me serlêdana şîdetê kirine dinêrin, em dibînin ku di qonaxa dawî de serlêdan kirine. Ji  ber ku jin qebûl nakin ku pir bi hêsanî tundî li wan tê kirin."
 
'Kesên derbarê şêweyê jiyana me de biryarê didin hene'
 
Sevînçê anî ziman ku tundiya li jinê tê kirin ne tenê tundiya fizîkî ye û got, “Tevî ku di civakê de neyê dîtin jî tundiya derûnî bandorê li jinan dike. Tundiya psîkolojîk di rastiya xwe de qonaxa yekem a hemû cureyên tundiyê ye ku ji pê re rûbirû dimînin. Ev tundî ji desthilatdarî û siyasetê ne serbixwe ye. Desthilatdar di hemû niqaşên ku dikin de derbarê şêweyê jiyana me ku em ê çawa bijîn de birayran didin.  Rênadin ku em hebûna xwe îfade bikin û tişta em dijîn vebêjin."
 
'Ji ber ku newekhevî heye jin tundiyê dibînin'
 
Sevînçê, anî ziman ku tundiya li jinê tê kirin ne pirsgirêkeke ku tenê rêxistinên sivîl an jî rêxistinên jinan dikarin çareser bikin û wiha got: “Ji ber ku tundî pirsgirêkek civakî ye. Jin ji ber ku wekî kesa çîna duyem tê dîtin tundî lê tê kirin. Beriya her tiştî divê ev mijar bi mekanîzmaya wekheviya zayendî ya di qanûna bingehîn de rast bê çareserkirin. Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan divê polîtîkayên dewletê hebin."
 
'Hata azadiyê dê têkoşîna me bidome'
 
Sevînçê, anî ziman ku weke jin dixwazin li her qadê xwe temsîl bikin û bi hêz û îradeya xwe di nava civakê de bijîn û weke ferd bi cih bibin û wiha got: “Rastî hêza jinan a van hemû tiştan heye. Ji bo ku ev hêz derkeve holê divê mekanîzmayên cidî bên avakirin. Li gorî min ev berpirsiyariya sereke ya dewletê, rêveberiyên herêmî û rêxistinên sivîl e. Ji ber ku tenê parêzvanî tespîtkirina pirsgirêkê ye. Em jî parêzvaniyê dikin. Heta ku em jin bi awayekî wekhev di nava civakê de bijîn dê têkoşîna me bidome. Ev erka me ye û em ê ji bo vê têkoşînê bidomînin."