ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 28 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Rêvebera Navenda Giştî ya OHD'ê Nagehan Avçil diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê li dijî Mandela û rêgezên navneteweyî, pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê ye û got: "Di çileya 2024'an de amadekariya hevdîtina bi CPT û Wezareta Edaletê re dikin û ji bo dawî li tecrîda girankirî dê serlêdan bikin." BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yaşamevî Sevînç Îzol li dijî pirsgirêkên jinan got, “Tenê parêzvanî tespîtkirina pirsgirêkê ye. Heta ku em bi awayekî wekhev û azad bijîn ev têkoşîn dê bidome.” DÎMEN HEYE
 
*Nûnerên rêxistinên jinan dan zanîn ew ê sekna xwe ya bi biryar a di qada têkoşînê de di sala 2024'an de jî dewam bikin û wiha gotin:"Me wekî jin sala 2023'yan bi têkoşînê qedand. Em bi vê têkoşînê diçin sala nû. Li dijî tundiya mêr dewletê li dijî zext û îşkenceyê em ne bi tenê ne em ê têkoşîna xwe bidomînin."  DÎMEN HEYE
 
*evseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari sernavên di 2023’an de derketine pêş nirxandin û got li dijî êrîşên li hember partiya wan her diçin mezin dibin, lê ew riya xwe de berdewam dikin. Tulayê got: “Ev desthilatdarî çareseriya pirsgirêka Kurd naxwaze. Li Rojava plan û projeyên wan yên cuda hene. Li şûna çareseriya demokratîk li hember Kurdan plana têkbirinê didomînin.” PANORAMA
 
*Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal li dû xwe hişt. Endama Lijneya Rêveberiyê Ezgi Sıla Demir têkildarî salvegera damezrandina Komeleya Jinan a Rosayê de wiha got:"Rihê me bi qasî ku li hemberî negatîfbûnê têk naçe, zindî ye. Em ê têkoşînê bidomînin." DÎMEN HEYE