Ji saziyên hiqûqî û STK’yan bang: Qada hewayî bigirin

  • 21:05 27 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 96 rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bertek nîşên êrişên Tirkiyeyê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dan û bang kirin ku qada hewayî ya herêmê bê girtin.
 
96 rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bangawaziyeke hiqûqî kir û êrişên Tirkiyeyê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
Di bangawaziya rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê de wiha hat gotin: “Hêzên Tirkiyeyê êrişeke hovane û berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer, bêmirov, top û hawanan pêk tîne, bi wê re qada hewayî û serweriya Sûriyeyê li gorî rêgez û pîvanên navneteweyî binpê dike. Di êrişên dewleta Tirk de wêranî û zirarên mezin gihaştin binesazî, avahiyên stratejîk, navendên tenduristî, xizmetguzarî, mal û milkên taybet û giştî yên herêmê. Di encama wan êrişan de gelek welatî şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.”
 
Rêxistin û desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê bang li NY′yê, tevahî deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir û wiha gotin: “Qada hewayî ya herêmê li ber êrişên dewleta Tirk bê girtin. Hêzên dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê vekişin. Komîteyeke ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê avakirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên wê yên hiqûqî li hemberî êrişan rabin.”