Dîroka hilbijartina pêş a DEM Partiyê diyar bû

  • 20:32 27 Kanûn 2023
  • Rojane
ENQERE- Pêvajoya bernamzetiya hilbijartinên herêmî ya DEM Partiyê di 25’ê Kanûnê de qedya û dîrokên hilbijartina pêş diyar bûn. Li gorî vê DEM Partî 6’ê Çile de herî kêm wê li 40 bajarî hilbijartina pêş pêk bîne.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê didomîne. Pêvajoya serlêdanên bernamzetiya hevşaredarî, endamtiya meclîsa şaredarî û endamtiya meclîas giştî ya navendî di 25’ê Kanûnê de bidawî bûn. Ji aliyê DEM Partiyê ve dîroka hilbijartina pêş a ku tê plankirin bê kirin diyar bûn.
 
Li gorî vê hilbijartinên pêş yên ji bo bernamzetiyê wê bên kirin, di navbera 6-7 û 13-14’ê Çile de wê bên kirin. navendên ku sindoq lê bên avakirin diyar nebûne û 6’ê Çile de wê herî kêm 40 bajarî hilbijartin pêş bê kirin. Du namzetên ku ji sedî 50’yî derbas nekin wê di 7-13’ê Çile de tura duyemîn de bên diyarkirin.