Sebahat Tuncel dest bi greva birçîbûnê kir

  • 16:07 27 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Siyasetmedara Kurd a dîlgirtî Sebahat Tûncel ragihand ku wê li dijî tecrîda Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê bike.
 
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tûncel ku ji Doza Kobanê girtî ye, ragihand ku ew ê tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
 
Sebahat Tûncel bi rêya parêzerên xwe peyam şand û diyar kir ku ew ê ji sibe û şûn de dest bi greva birçîbûnê bike. Sebahat anî ziman ku girtî hewl didin rê vekin da ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe. Sebahat destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo ku xwe li ser desthilatdariyê bihêle, her cure rêbaz ceribandiye û ragihand ku dewleta Tirk li her derê êrîşî Kurdan dike.
 
Siyasetmedar Sebahat anî ziman ku li ku derê destkeftiyên Kurdan hebin, Tirkiye êrîşî wir dike û wiha got: “Dewleta Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Kurdistanê ya Federe dagir dike. Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û herêma Kurdistanê ya Federe de sivîl zirar dibînin û hevsengiya ekolojiyê ya Kurdistanê xira dibe. Em van êrîşan şermezar dikin û bang li Tirkiyeyê dikin ku dest ji van polîtîkayan berde.”
 
Sebahat Tûncel bilêv kir ku dewleta tirk ji dervey şer û mirinê tiştekî din pêşkêşî gelê Kurd û gelên din nake û destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê amade ye.
 
Sebahat ragihand ku dewleta tirk ji çareseriyê direve û ev bang kir: “Ji bo aştiyê divê her kes xwe berpirsyar bibîne. Weke girtiyên siyasî yên Kurd em vê berspiryariyê digirin ser xwe. Lê tiştên ku em li girtîgehê bikin, sînordar in. Lewma em bi gotina ‘Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ dest bi greva birçîbûnê dikin. Ji 28’ê Kanûnê û şûn de, ez ê bi Melek Kartal ku bi hev re di heman qawîşê de dimînin û Mûkkades Kabak re dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dewam dike, bikin. Bi vê wesîleyê em grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan dewam dikin, silav dikin. Hilbijartinên herêmî wê di encama vê têkoşînê de diyar bibe. Ez sala nû ya hemû gelê me û jinan pîroz dikim.”