Li Edene û Mêrsînê Nobeda Edaletê berdewam dike

  • 16:06 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene û Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê ya bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" hatî destpêkirin 24 roj in didome. Di çalakiya îro de banga piştevaniyê hat kirin.
 
34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. 
 
Her wiha bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER),  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê û bi pêşengiya TJA û EGE TUHAYDER'ê ya Îzmîrê bi heman daxwazê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî pêngavê bûn.
 
Mêrsîn 
 
Li Mêrsînê li avahiya ÇUKUORVA TUAY-DER'ê çalakiya Nobeda Edaletê berdewam dike. Çalakî 24 roj in bi serdanan didome. Di çalakiyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Di nobeda îro de Nûray Şahîn axivî û got: "Ev çalakiya me dê heta dawiyê berdewam bike. Em bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku piştevaniya çalakiya me bikin. Bi taybetî jî divê dayik piştgiriyê bide çalakiyê. 
 
Edene 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya AATUHAY-DER'ê pêk tê 24 roj in berdewam dike. Di çalakiya ku pankarka "Tecrîd sûcê mirovahiyeyê" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Çalakiya îro jî bi serdanan berdewam kir. Çalakvan di serdanan de bal kişandin ser mezinkirina piştevaniya çalakiya Nobeda Edaletê. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Edenê bi stranên dayikan berdewam dike.