Ji Nobeda Edalet bang: Li dijî tecrîdê bêdeng neînin

  • 16:04 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya li Wanê bi serdanên piştgiriyê dewam dike. Di roja 23'yan a çalakiyê de hat xwestin ku her kes li dijî tecrîdê bertek nîşan bide.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) li Wanê bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin, di roja 23'an de dewam dike. Çalakiya nobedê ji aliyê Rêxistina naveçya Erdîşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) şêniyiyên taxên girêdayî navçeya Rêya Armûşê ve hat ziyaretkirin.
 
Welatiyên ku serdana çalakiyê kirin  diyar kirin ku divê dewlet daxwazan di zûtirîn demê de pêk bîne.
 
'Daxwazên zarokên me daxwazên me ne'
 
Ji Xizmên girtiyan Salîh Ergun di çalakiya nobetê de axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Salîh got, “Girtiyên me jî li dijî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, li girtîgehê bedena xwe dan ber greva birçîbûnê. Em li hemberî van çalakiyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Her kesê ku ji xwe re dibêje 'ez mirov im' divê li dijî tecrîdê bêdeng nemîne. Bijî berxwedana zindanan."