Nobeta Edaletê ya Stenbolê di roja 15'an de didome

  • 16:03 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Nobeta Edaletê ya li Stenbolê ya bi pêşengiya MATUHAYDER'ê hat destpêkirin di roja 15'an de didome. 
 
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê ya bi pêşengiya MATUHAYDER'ê hat destpêkirin di roja 15'an de didome. Li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê ya Bagcilar a nobet lê didome pankartên "Ji bo jiyaneke azad em tecrîdê bişkînin ji zindanan re bibin deng" û "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin û ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Berdilkên bi nivîsên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatin lixwekirin. Sazî û gelek welatî çûn serdana nobetê. 
 
Beşdaran biryardariya xwe ya dewamkirina çalakiyê nû kirin û banga tevlîbûnê li kesên edaletê û demokrasiyê dixwazin, kirin. 
 
Wê çalakî sibehê li avahiya navçeyê ya DEM Partiyê ya Esenlerê bidome.