Bangên girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin

  • 15:34 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Deste û yekitiyan bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku ji bo parastina sivîlan, qada hewayî ya herêmê bê girtin.
 
Meclisa Tenduristiyê, Malbenda Çandî ya Helebê, saziyên civaka sivîl ên Helebê, Yekitiya Cotkaran û Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyên cuda dan.
 
Endama Nexweşxaneya Xalid Fecir Sozan Şêxo daxuyaniya Meclisa Tenduristiyê bi beşdariya bi dehan bijîşk, hemşîre û karmendên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê li pêşiya nexweşxaneyê xwend.
 
Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan hate şermezarkirin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê hat kirin ku yekser destwerdanê bikin û qada hewayî ya herêmê bigirin.
 
Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat bi navê malbendê û saziyên civaka sivîl ên taxê daxuyanî xwend. Endam û nûnerên yekitî û saziyên civaka sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dewleta tirk hovîtiya wê rave dike û bang li hikumeta Şamê, Rûsya, hêzên garantor û Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih.
 
Şehba
 
Yekitiya Cotkaran û Desteya Tenduristiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyan êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
 
Daxuyaniya Yekitiya Cotkaran li Kampa Serdem bi beşdariya şêniyan hate dayîn. Hevseroka Yekitiya Cotkaran a Kantona Efrîn û Şehba Xedîce Dokmak daxuyanî xwend.
 
Desteya Tenduristiyê daxuyanî li ber Nexweşxaneya Avrînê da. Daxuyanî ji hêla endamên desteyê Bêrîvan Yûsef û Telat Wilo ve hate xwendin.
 
Di her du daxuyaniyan de êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan Hevpeymana Civakî ye, koçberkirina niştecihên herêmê û vegerandina DAIŞ’ê ye.
 
Di daxuyaniyan de bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan hat şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî, deste, rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hat kirin ku li hemberî terora dewleta tirk bi rola xwe ya mirovî û exlaqî rabin.