Li Minbicê partiyan êriş şermezar kirin

  • 14:48 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî li kantona Minbicê êrişên dewleta tirk şermzar kirin. Partiyan diyar kir ku ev êriş, sûcên li dijî mirovahiyê ne.
 
Gelek partiyên siyasî li kantona Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist. 
 
Di çalakiyê de bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk daxuyaniyek hat dayîn. Endamê nivîsgeha siyasî ya partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê şaxê Minbicê Qusey El Xelîl daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Partiyên li kantona Minbicê êrişên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin û bang li hêzên siyasî yên li Sûriyeyê dikin ku li hember wan êrişan bibin yek."
 
Her wiha hate diyarkirin ku dewleta tirk ji destpêka aloziyê ve şer û alozî afirandin û temenê wan dirêj kir û gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirin.
 
Her wiha di daxuyaniyê de bang li aliyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî hat kirin ku rê li pêş sûcên domdar ên dewleta tirk bigirin û bang li Sûriyeyiyan û hêzên xwecih hat kirin ku li hember van êrişan bibin yek, dagirkeriyê red bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin. "