Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê bang kir

  • 14:37 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛEÇEYAN - Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê xwest, daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi cih bêne anîn û bang li rêxistinên neteweyî û navneteweyî kir ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan bikevin nava liv û tevgerê.
 
Koordînasyona Giştî ya Şopandina Grevên Birçîbûnê li Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED ED (MED TUHAD FED) tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Endama OHD'ê parêzer Çîgdem Kozan daxuyanî da û ji bo parastina mafê tenduristiyê yê girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li saziyan kir. Çîgdem Kozan got, "Di serî de rûmet, mafê jiyanê û mafê tenduristiyê yê girtiyan, hemû mafên wan di berpirsyariya dewletê de ye. Eger madeyên ku ji bo wan pêwîst e bêne astengkirin, mîna ku di grevên birçîbûnê yên salên derbasbûyî de rû da, dibe ku xisareke mayinde li fonksiyonên mejî yê girtiyan bike û bibe sedema mirinê."
 
Çîgdem Kozan ragihand ku tecrîda li Îmraliyê li dijî Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Qanûna Înfaza Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ye û got, "Dewlet û desthilatdariya siyasî beriya ku rewşeke metirsîdar rû bide divê daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne binirxînin. Naxwe li dijî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyan wê encamên giran rû bidin ku dewlet û desthilatdariya siyasî wê ji vê yekê berpirsyar bin. Ji ber vê yekê di serî de Wezareta Edaletê divê hemû saziyên erkdar tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
 
Çîgdem Kozan tevî saziyên li Tirkiyeyê bang li saziyên navneteweyî jî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got, "Divê li ser bingeha azadî û mafê bingehîn nêzîkatî bê nîşandan û daxwazên girtiyan bic ih bêne anîn. Em bang li Wezareta Edaletê, hemû rayedaran, saziyên mafên mirovan û hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin."