Belavkirina peywirê ya MKG'ê diyar bû

  • 13:42 27 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di belavkirina peywirê ya MKG'ê de Seroka Komeleyê Roza Metîna hat hilbijartin. 
 
Belavkirina peywirê ya Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) diyar bû. 
 
MKG'ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal belavkirina peywirê ya Lijneya Rêveberiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) wiha ragihand: 
 
"Me wekî  Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di 7'ê Cotmeha 2023'yan Roja Rojnamegerên Jin de avakirina xwe îlan kir. Em wekî komele di warê piştevaniya bi hempîşeyên xwe re, di warê têkoşîna li dijî zimanê zayendperest de û ji bo rêxistinbûyinê xebatên xwe didomîne. Bi vê çarçoveyê me civîna xwe ya dawî li dar xist. Me di vê civînê de lijneya rêveberiya xwe diyar kir. Li gor vê yekê Seroka MKG'ê Roza Metîna, Cîgira Seroka MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel, Sekretera Giştî Safiye Alagaş, Hesêbgir Pinar Ural û endama Lijneya Rêveberiyê jî Derya Ceylan hat diyarkirin. "