'Îqtîdar bi polîtîkayên şer dixwaze li ser piyan bimîne'

  • 13:41 27 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partî ya Bajêr a Îzmîrê di daxuyaniya ku da de, bertek nîşanî êîrîşên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyê û hedefgitina partiya xwe ya di demên dawîn de da.
 
Rêxistina Bajêr Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li avahiya partiyê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina partiya xwe û binçavkirin û girtinan civîneke çapemeniyê li dar xist. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin pankarta "Tevî tecrîd û operasyonên qirkirina siyasî jî em ê aştiyeke adil û bi rûmet ava bikin" hat daliqandin. Di civînê de Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr a Îzmîrê Zehra Vazan Karabulut daxuyanî xwend.
 
'Polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
 
Zehrayê anî ziman ku di encama berxwedana hemû hêzên demokratîk û gel de desthilatdariya AKP-MHP'ê nekarî bigihije tiştên ku li bendê bû û got, "Ew dizina ku di hilbijartinên herêmî yên sala bê de wê nikaribin desthilatdariya xwe biparêzin. Ji ber wê kuştinê dibijêr û ji ber wê jî hikûmeta AKP'ê  li dijî baregehên sivîlan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîş dane destpêkirin."
 
'Ji ber berxwedana gel navê dibistanê hate guhertin'
 
Zehrayê diyar kir ku navê kiryarê îşkenceya li Girtîgeha Amedê Esat Oktay Yildiran piştî mezinbûna berxwedana civakî ku li dibistanekê hat kirin, paşve gav hat avêtin û navê kiryar ji dibijstanê başve hat girtin û got ku hikûmet dijminê gelên cuda, karker, jin û ciwanan e.  Divê ev hikûmet  biguhere. Zehra destnîşan kir ku ew ê bibin dengê gel.